Li Îran û Roihilat ji jinan daxuyanî: Em ê tevli grevê bibin

Li Îranê jinan diyar kirin ku ew ê di 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya di 16 Îlonê de tevli greva giştî bibin.

Navenda Nûçeyan – Jin xwe amade dikin ku di 2’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî derkevin kolanan. Bangawaziya greva giştî berdevam dike, jinên Rojhilat û Îranê daxuyandin ku ku ew ê tevli çalakiyê bibin.

Di daxuyaniya hevpar a jinan de hat gotin ku wê agirê şoreşê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de careke din geş bibe û wiha hat gotin:

“Erka me ye em tekoşînê bilind bikin û di rêiya şehîdan de bimeşin. Di vê salvegerê de em ê nîşanî Komara Îslamî bidin ku têkoşîn û şoreşa me tê çi wateyê. Çalakiyên me îro li bajaran berdewam dikin û êdî çiya ne bi tenê ne. Li Kurdistanê di her malek de şervan hene. Em di salvegera duyemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ne. Me bi lidarxistina meşeke bi heybet a serhildanê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî, rejîma mola şok kir. Me peyama têkoşîna xwe ya hevpar a zêdetirî 40 salan a li dijî rejîma cudakariya zayendî, hîcab û desthilatdariyên li dijî jinan bi dirûşma herî sembolîk a 'Jin, Jiyan, Azadî' di asta neteweyî û cîhanê de ji raya giştî û jinên azadîxwaz re ragihand. Yekitî û hevgirtina jinên me yên azadîxwaz li Kurdistanê wê bibe piştgiriya radîkal a têkoşîna li dijî darvekirin, zext, sûc û berdewamiya destkeftiyên serhildana gel a jinên azadîxwaz."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di salvegera duyemîn a şoreşa Jin, Jiyan û Azadî de em şehîdên xwe yên ezîz ên têkoşîna me ya 40 salan, bi bîr tînin.”