Li Îngîlîstanê 200 zarokên penaber wenda ne

200 zarokên ku li Îngilîstanê mafê penaberiyê xwestin, winda bûn.

Navenda Nûçeyan - Derket holê ku 200 zarokên penaber ên bêkes li otêlên hikûmeta Îngilîstanê winda ne. Di 26’ê Çile de gelek saziyên mafên mirovan li ser vê mijarê nameyek vekirî ji Serokwezîr Rishi Suna re şandin.

Di nameya ku hat weşandin de behsa "skandala parastina zarokan" hat kirin û hat xwestin ku lêpirsîneke serbixwe bê kirin. Wezîrê Karên Derve Robert Jenrick herî dawî ragihand ku Wezareta Karên Hundir ji Tîrmeha 2021’an vir ve mazûvaniya zêdetirî 4,600 zarokên bêserûber li otêlan kiriye.

Hat destnîşankirin ku ji sedî 88’ê zarok û ciwanên winda bi eslê xwe Arnavutî ne, yên mayî jî ji sedî 12 ji Vîetnam, Pakistan, Tirkiye, Afganîstan, Misir û Hindistanê ne. Di nameyên xwe de, rêxistinan ji hukûmetê daxwaz kirin ku dev ji mêhvandariya zarokên bêkes li otêlan berde û li şûna wan bixe bin çavdêriya pisporan. Hate diyarkirin ku dibe ku zarok di destê kesên êrîşa zayendî de bin.