Li İdahoyê zagonek nû ya qedexekirina kurtajê
Li Idaho ya Emerîkayê ji bo qedexekirina kurtajê hin xalên nû yên zagonê hatin erêkirin û ger karmendên tenduristiyê li gorî wê rêziknameyê tevnegerin dê bên cezakirin.
Navenda Nûçeyan – Hakimê Wîlayeta İdaho ya Emerîkayê bi navê Bard Lîtl li ser qanûna qedexekirina kurtajê hin xalên nû îmze kir. Yek ji wan jî di dema ku dilê zarok dest bi lêdanê bike ango, piştî hefteya pêncan an şeşemîn a ducaniyê nabe kurtaj bê kirin. Ji bilî rewşê weke ger xeterî li ser tenduristiy dayikê hebe an jî ducanîbûna wê di encama tecawizê de be û hin rewşên din ên awerte dikarin li ber çavan bên girtin. ger xebatkarên tenduristiyê van xalên nû yên li ser kurtajê hatine erêkirin li ber çavan negirin dê bên cezakirin.