Li Êlihê zarokê 5 salî ku li ber lehiyê ketibû mirî hat dîtin

Cenazeyê Îsrafîl Guner ê 5 salî ku yek ji wan 3 zarokên ku li Êlihê ber bi ava lêhiyê ketibûn hat dîtin.

Navenda Nûçeyan –  Li Êlihê hejmara miriyên ji ber ava lêhiya duh bi şev rabûye jiyana xwe ji dest dane, derket 2'yan. Hemû cade û kolanên li taxên Hurriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîtler di bin ava baranê de man. 

Li taxa Seyîtler jina 54 salî Lalixan Guner ber bi ava lêhiyê ket û winda bû. Piştî lêgerînan Guner mirî hate dîtin. Dîsa di heman taxê de 3 zarokên xwîşk û birayên hev ber bi ava lêhiyê ketin û winda bûn. Di encama xebatên peydakirina zarokan ên serê sibê dane destpêkirin de ji 3 zarokên winda, Îsrafîl Guner mirî hate dîtin. 

Xebatên lêgerîna zarokên din, berdewam dikin.