Li Êlihê bi dehhezaran kes bûn yek deng: Berxwedan didome
Jinên beşdarî mîtinga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk bûne diyarkirin ku çawa ku di aştiyê de bi israr in, di mijara parastina îradeya xwe de jî bi israr in û gotinku heta ku qeyûm neçin dê têkoşîna xwe bidomînin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Êlih – Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platformên Saziyên Demokratîk li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi dawî anîna qeyûman di 17’ê mijdarê de li Êlihê hate li darxistin. Bi dehhezaran kes beşdarî mitîngê bûn de. Coşa jin û ciwanan bal kişand, dirûşmeyên ku li qadê hatin berzkirin û pankartên hatin bilindkirin îşaret bi pirsgirêka Kurd çawa were çareserkirin hate kirin.
Gel daxwaza xwe ya aştiyê û çareseriyê qêriya
Di mitînga ku bi dehezaran beşdar bûn de, jin bi dirûşmeyan bi awayek kom beşdarî meşê bûn. Di mîtingê de pankartên ‘Çareserî û muxatab diyare’, ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Hevserokatî xala me ya mor e’, ‘Em di çareseriyê de bi israr in, azadî wê serbikeve’, ‘Em rê nadin qeyûm’ ‘Berxwedan dewam e, ji azadiyê re silav’, ‘Em ji hêza teorik û pratik bawer dikin’, ‘An jiyanek bi rûmet, an tekoşinek bi heybet’, ‘Her tişt ji bo azadî’ hatin bilindkirin. Gel tevî dorpêç û astengiyan bi coş gihiştin qadê. Li qadê dem dem gelê bajar dirûşmeyên ‘Qeyûm here’ berz kir û diyar kirin ku li dijî qeyûm di berxwedanan xwe de bi biryar in.
Gelê ku bertek nîşanî polîtakayên tacrîdê ya li Îmraî didome û siyaseta şer ya tê meşand dan, li qadê daxwazên xwe yê aştiyê qêriyan, peyma ku divê riya çareseriyê û diyalogê were vekirin bi salan e bi israr in dan. Jinên ku bi govend, tilîlî û dirûşmeyan ji coşa xwe tavîz nedan, bi heman coşê ji qada mîtingê çûn.
Di mîtingê de me mikrofonê dêrêjî jinên Êlihê kir. Jinan diyar kirin ku ji polîtîkayên zextê natirsin û wê xwedî li îradeya xwe derbikevin.
‘Divê destê aştiyê samîmî be’
Perîhan Sîngeran wiha got: “Em van qeyûmên qirêj ên ku tayînê şaredariyan hatin kirin qebul nakin. Li dijî vê îro em hemû li vêderê kom bûne. Heta ev qeyûm neçin, em ê li qadan bin. Em ê ji ber deriyê şaredariyê neçin. Qeyûmên diz tînin vê derê. Madem weyê qeyûm avêtiba, çima we hilbijartin kir? Qeyûm diziyan dikin û şaredariyan dixin bin deynan. Piştî hilbijartinê dema ku deyn xilas dibin, cardin qeyûman tayîn dikin. Piştre cardin diziyan dikin û kaseya şaredariyê vala dikin. Heta qeyûm neçe, em ê li vê derê bin. Em ê xwedî li şaredarî û îradeya xwe derbikevin. Em çiqas dibêjin aştî ew dibêjin şer. Bi van gotinên şer gelê xwe d xapînin, lê wê me nexapînin. Em êdî ji gotinên wan bawer nakin. Yan wê vê carê bi awayek samîmî bêje aştî û were, yan jî wê ev têkoşîn bidome. Em hertim ji aştiyê re amade ne. Êdî gelê Kurd ji kesê bawer nake. Ev gel dizane çi dixwaze. Heta em di jiyanê de bin em ê têbikoşin û bêjin aştî.”
‘Ji bo îradeya xwe em ê têbikoşin’
Rabia Çetînkaya wiha got: “Em aştî û azadiyê dixwazin. Em ê vê qeyûmê û polîtîkayê wê hilweşînin. Em ji xeynî yekitiyê tiştek din naxwazin. Îro em ji bo îradeya gelê xwe û têkoşînê hatine vê derê. Em ê di demek nêz de qeyûman bişînin. Tişta ji destê me were em ê bikin. Em qeyûman naxwazin, me kî hilbijartiye bila ew me bi rêve bibin.”
‘Ji bo em serkeftinê bi dest bixin em li vir in’
Perîşan Kaymaz ev tişt got: “Em hem ji bo qeyûm û hem jî ji bo şikandina polîtîkayên tecrîdê lê vê derê ne. Li girtîgehan, ji derve û li her qadê jiyanê li dijî zarokên me û me zext tê pêkanîn. Ji bo aştî çênebe hertiştî dikin. Ji bo em vê têkoşînê bidin em li vir in. Ji bo bidestxistina serkeftinê û anîna ziman em li vir in. Tu maf û hiqûqa wan tune ye. Tu dengek wan nîne, lê hatine qeyûm diavêjin. Ev şaredarî neya wan e, şaredariya gel e. Ji bo şikandinan qeyûm û wan bibin cihê ku jê hatine em ê hertiştî bikin. Em li virin ji vir naçin. Em deng û îradeya xwe dixwazin.”
‘Bila kes ji van lîstokan bawer nekin’
Azîze Ertaş wiha got: “Em serkeftinê dixwazin. Em ne qeyûm, hevşaredarên şaredariya xwe dixwazin. Heta em di jiyanê de bin, heta damla dawî ya xwîna xwe em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Yekê dibin em bi milyonan dizivirin. Me tu caran xilas nakin. Em ji têkoşîna xwe gav şunde navêjin. Em ê zêde bibin, tu caran kêm nabin. Hindî em dibêjin biratî û aştî ew dibêjin şer. Bila kes êdî ji van lîstokan bawer nekin. Bila her kes çavê xwe vekin. Çi ji destê me were em ê bikin û em rê nadin polîtîkayên qeyûmê. Em li vir in û em ê li vir berdewam bin.”
‘Berxwedan berdewam e…’
Çîse Çetînkaya ev tişt anî ziman: “Îro ji bo aştiyê û ji bo em ji qeyûm re bêjin raweste em li vir in. Em qeyûm naxwazin ev gelek eşkere ye. Ger me wan bixwesta medê ew hilbijartan. Em dibêjin aştî û ji qeyûm re jî dibêjin na. Çi dibe bila bibe em ê jin têkoşînê bikin. Ew çi dikin bila bikin em ê berxwedana xwe bidomînin. Ev qas mirov ji bo van daxwazan li vê derê ne. Neçar in dengê van mirovan bibihîsin. Em ê wan qeyûman tu caran qebul nekin. Cardin bibe hilbijartin em wan nahilbijêrin.”
‘Serê me dê her bilind be’
Nadîre Înce jî got: “Em ê canê xwe bidin lê em şaredariya xwe nahêlin ji wan re. Riya me wê hertim vekirî be. Ez bibim qurbanê van ciwan û mirovan. Em wê şaredariyê ji kesê re nahêlin. Ev îrade xwîna me û pêşeroja me ye. Em serê xwe li ber kesê natewînin, wê hertim serê me bilind be. Em serkeftin û aştiyê dixwazin. Em îradeya xwe dixwazin û ew îrade ya me ye, ne ya wan e. Bila ew qeyûm biçin tu ked û îradeya wan tune ye. Ev keda me û îradeya me ye.”
‘Bila herkes bibe deng’
Sîbel Suna ev tişt got: “Ez mamoste me, ji roja qeyûm hatiye tayînkirin ve ez li qadê me. Ez li dijî qeyûm im û kes nikare destê xwe bide îradeya min. Ez dengê xwe dixwazim. Roja yekem bi îşkenceyê ez hatim binçavkirin. Ez dû rojan dibin çavan de mam. Niha dîsa ez li vir im. Ez ê nişandana berteka xwe berdewam bikim. Divê em hemû bibin dengê vê îradeyê. Divê gel çi dibe bila bibe berteka xwe nîşan bidin.”