Li Çînê û Fîlîpînan Bahoza Gaemî

Ji ber Bahoza Gaemî li piştî Fîlîpînan li Çînê ket bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes li benda tehliyekirinê ne.

Navenda Nûçeyan – Bahoza Gaemi piştî Fîlîpîn û Taywanê gihîşt Çînê. Bahoza Gaemî ya ku piştî Fîlîpînan li Taywanê bû sedema baraneke zêde, lehî, şemitîn û jiyana xwe ji dest da, vê carê li parzemîna Çînê ket.

Li eyaleta Fujian a li başûr û rojhilatê Çînê ku danê êvarê bahoz lê hat, herî kêm 150 hezar kes hatin tehliyekirin. Dema ku bahoz piştî Taywanê derbasî axa Çînê bû, rayedarên Çînê danê êvarê hişyariya karesatê ya herî bilind a welêt çalak kirin.

Dema ku li Fujianê seferên trênê hatin rawestandin, hişyarî hat dayîn ku barana zêde dibe sedema şimitîna axê û lehiyê li bakurê welêt. Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Alîkariya Lehî û Hişkesaliyê ya Eyaletê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku rîska felaketên xwezayî "bilind" e.

Rayedar ji bilindbûna asta ava li jêrzemîna çemê Yangtze û golên Poyang û Dongting ên li navenda Çînê bi fikar in. Ji aliyê din ve Serokê Çînê Şî Cîn Pîn bi serokên Partiya Komunîst re civiya û rewşa muhtemel a karesatê gotûbêj kir.

Li Taywanê ji ber bagera Gaemiyê 3 kes mirin û 380 kes jî birîndar bûn.

Li Fîlîpînan hejmara miriyan bû 33

Gaemî ya cara sêyemîn e ku îsal li Fîlîpînan xist, bandora xwe li welat winda kir, hejmara miriyan zêde bû. Polîsê Fîlîpînê ragihand ku hejmara kesên ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dane bû 33.

Di daxuyaniya polîsan de hat diyarkirin ku li paytext Manîlayê 11, li herêma Calabarzonê 12 û li herêma Luzona Navîn 10 kes mirine. Hat ragihandin ku di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de ekîbên tankera sotemeniyê ya ku li peravên parêzgeha Bataanê noqî avê bûye jî hene, hat diyarkirin ku mirin di encama xeniqînê, şimitîna axê, ketina daran û elektrîkê de çêbûne.

Ji ber bahoza Haiyan a ku di sala 2013’an de li Fîlîpînan û hem jî li Başûrê Rojhilatê Asyayê bandor kiribû, zêdeyî 7 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.