Li Çînê ji ber bahozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Çînê ji ber bahozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Heze yê Eyaleta Şandongê ya Çînê bahoz rabû. Ji ber bahozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku di bahozê de ziyan gihaye zêdetirî 2 hezar malan û 60 hezar hektarên erdê çandiniyê. Li bajar xisar gihişt gelek rê, xetên avê û ceyranê.