Leyla Zana: Hedefa me înşakirina jiyanek nûye

Siyasetmedar Leyla Zana di hevdîtina gel ya DEM Partiyê li navçeya Sêwereg ya Riha de axivi û diyarkir ku jiyan bi keda jinan hate hûnandin û got: “Ji ber wê em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî.’ Armanca me înşakirina jiyanek nû ye."

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) çend roj maye jî hilbijartinan re hevdîtinên gel berdewam dike. Îro jî li navçeya Sêwerek ya Rihayê li ber deriyê buroya hilbijartinê ya li taxa Hayriye hevdîtina gel pêkanîn. Siyasetmedar Leyla Zana, Dayîkên Aştiyê yên Sêwerek, parlementerê dema berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel, endamên PM ya DEM Partî Cemîle Turhalî Balsal, namzetê hevşaredariya bajarê mezin ya Riha yên DEM Partî Celaleddîn Erkmen, hevseroka bajarê Riha ya DEM Partî Sema Aişeoglu, namzetên hevşaredariya Sêwerek ya DEM Partî Yildiz Çetîner û Alî Dursak bejdarî hevdîtinên gel bûn.

Beriya hevdîtinê Leyla Zana û DEM Partiyên pêre, di ketina Sêwerekê de bi dehol û zornayan û gerandina govendê hatin pêşwazî kirin. Di konvoyên di rêde DEM Partî rastî eleqeyek mezin hat, li ber deriyê buroya hilbijartinê ji aliyê bi sedan kes ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Di destê zarokan de alên DEM Partî, jinan ji bi laçikên xwe yên xemir dîmenên rengîn nîşan dan. Di hevdîtinê de dem dem dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

‘Bêyî Ocalan aştî ne pêkan e’

Namzetê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Rihayê ya DEM Partî Celaladdîn Erkmen a di hevdîtina gel a ku bi silavkirina namzetên Hevşaredarên Sêweregê yên DEM Partî Yildiz Çetîner û Alî Dursak û Hevseroka DEM’ê Partî ya Rihayê Sema Aişeoglû destpêkir de axivî, bal kişandin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Celaladdîn Erkmen, wiha got: “Bêyî Birêz Ocalan aştî ne pêkan e. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Armanca meya herî mezin înşakirina jiyanek nûye’

Leyla Zana ya di hevdîtina gel de axivî jî gel silav kir û dem dem dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ qêriyan. Leyla Zana di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji destpêka mirovatiyê heta niha ev 5 hezar sale jiyan bi keda jinê tê hûnadin û wiha berdevam kir:

“Jin li aliyekê bi çandiniyê re, li aliyê din jî bi lawirvaniyê re mijul dibin. Li aliyekê zarokan xwedî dike, li aliyekê xwarinê çêdike. Ji ber wê em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî.’ Hedefa meya mezin înşakirina jiyanek nûye. Em dixwazin jiyanek modern û li gora demê ava bikin. Ev fikrek nûye.”

'Em ê dest ji rûmeta xwe bernedin'

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ya ku bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin, balkişand li ser yekitiya netewî ya Kurd. Leyla Zana, wiha got: “Heta niha di navbera xwişk û birayan de yekitî tune bû. Lê ev yek ne sûcê Kurdan bû. Lewra divê yekîtî bê avakirin. Niha hemû partiyên din reklamên xwe bi Kurdî dikin. Xwedê ewqas qewm afirandiye ku hemû kes ji hev cuda ne. Çand, ziman û jiyana wan cuda ye. Dibêjin ji Kurdan re pêwîstî nasname, ziman û dîrok nîne. Em dev ji rûmeta xwe bernedin. Ji Kurdan re dibêjin 'hûn ê wek me tevbigerin'. Lê gelê Kurd vê yekê qebûl nakin.” Leyla Zana, herî dawiyê ji gel re banga kombûna dora DEM Partiyê kir.

Piştî axaftina Leyla Zana hevdîtin bi dawî bû.