Jinên Mexribî bi keda destan ber bi aboriya serbixwe ve diçin

Pêşangeha li bajarê Muhammediyê ji bo jinên hunermend bûye platforma hevgirtin, naskirin û parvekirina ezmûnan.

HENAN HERÊT

Mexrib – Jinên ku beşdarî pêşangeha hunerên destan ên kevneşop bûn, diyar kirin ku di mijara berfirehkirina bingeha xerîdaran, xurtkirina hebûna jinên hunermend a di bazaran de, parvekirina ezmûnan û parastina hunerên destan ên kevneşop de bi hev re bin. Beşdaran, diyar kirin ku pêşangehan derfetek ji bo nîşandana berhemên xwe afirandine.

Pêşangeha hunerên destan ên kevneşop a ji aliyê Odeya Hunerên Destan ên Kevneşopî ya Herêma Casablanca-Settat ve bi hevkariya rayedarên herêmî re li bajarê Muhammediyê hate li darixstin, di bin dirûşmeya "Hunerên Destan ên Kevneşop: Mîrate û Afirîneriya Berdewam" de ji 1’ê Tîrmehê heta 9’ê Tebaxa 2026’an berdewam dike. Pêşangeh a ku hunermendên jin û mêr ji herêmên cûda yên mexribê tîne cem hev, cilên kevneşopî, karên şûşeyî û karên darîn û berhemên ku cûrbecûrbûna mîrata hunerî ya Mexribê nîşan dide, pêşkêş dike.

Ji bo gelek hilberînerên jin ên beşdarî fuarê dibin, ev çalakî ji platformek firotanê bêtir e; ew derfetan pêşkêş dike ku hilberên xwe bi temaşevanek berfirehtir bidin nasîn, rasterast bi xerîdaran re têkilî daynin, û derfetên nû bigirin da ku li hember dijwarîyên di di pazarê de û pêşbaziyê de serbikevin.

‘Ev çalakî derfetên mezin dide me’

Hunermenda dîtbarî Saadiya Belkmat a di qada wênesaziya li ser camê de pispor e, neynik û berhemên xwe yên camê yên bi destan hatine xêzkirin, nîşanî mêvanan dide û van bûyeran wekî derfetek ji bo pêşvebirina hunera xwe, parastina mîrata mexrib û gihîştina xerîdarên nû dibîne. Hunermend, diyar kir ku fuar ji bo berhemên xwe pêşkeş bike derfetek girîng dide û destnîşan kir ku ev bûyer derfetan ji bo parvekirina ezmûnan û pêşxistina karsaziyan bi hunermendên ji herêmên cûda re peyda dike.

‘Ji bo danasîna berhemên kooperatîf derfetek girîng e’

Kerîme Vecihî ya cilên kevneşopî yên ku ji hêla kooperatîfek jinan ve hatine hilberandin pêşkêş dike û bi mêvanan re têkilî datîne, da zanîn fûar ji bo pêşvebirina berhemên kooperatîf û gihîştina xerîdarên ji bajarên cûda derfeteke girîng e. Kerîme Vecihî, der barê berhaman de wiha got: “Bikaranîna hevrîşima sabra bêhempabûn û kalîteyê li berheman zêde dike.”

Kerîme Vecihî, destnîşan dike ku xebata kooperatîf gelek jêhatîbûnên dirûn û nakişkirinê yên jinan veguherandiye çavkaniyek dahatê û fuar ji bo danasîna berheman û bazarkirina cilên kevneşop ên ji aliyê jinên mexribê ve hatine çêkirin, derfeteke girîng e. Kerîme Vecihî, da zanîn ev çalakî ji bo bi xerîdaran re têkilî daynin û ezmûnên xwe bi hunermendên din re parve bikin, derfetan pêşkêş dike.

Li bajarên Mexribê tevahiya salê fûarên hunerên destan ên kevneşop têne lidarxistin. Kooperatîf û karsaziyên hunerên takekesî beşdarî van fuaran dibin. Ev çalakî ji bo gelek jinên hunermend ji bo bingeha xerîdarên xwe berfireh bikin û hilberên xwe pêşve bibin, derfetek girîng mîsoger dike.

Ji bo Saadiya û Kerîme, beşdarbûna van çalakiyan ne tenê pêşandan û firotina hilberaninê  ye, dibe amûrek ji bo parastina hunerên kevneşopî yên ku ji nifşan ve tên veguhastin, ronîkirina nirxa karê destan û vekirina derfetên nû ji bo jinên ku di hunerên destan ên kevneşop de dahat û serxwebûna aborî dibînin.

Beşdaran, ji fuarê berhemên destan standin û jinên zanaetkar jî hêvî dikin ku derfetên nû ku bikaribin berhemên xwe baştir bidin pêşkêş kirin, bi dest bixin. Çalakiyên bivî awayî, ji bo parastina hunerên kevneşop ên beşek ji mîrata çandî ya Mexribê ne û ji bo mîsogerkirina bi destxistina dahatê ya jinan, derfetek girîng e.