Leşkerên Îsraîlê zarokekî Filistînî qetil kir

Leşkerên Îsraîlî bi ser bajarê Kalkiliye yê li Şerîa Rojava ya dagirkirî de, zarokekî Filistînî bi guleyê kuştin.

Navenda Nûçeyan- Leşkerên Îsraîlî gelek caran bi hincetên cuda êrîşî mal û cihên kar ên filistîniyan li Şerîa Rojava ya di bin dagirkeriyê de dikin. Leşkerên Îsraîlê duh bi şev êrîşî navçeya Nakkar a li rojavayê bajarê Kakiliye yê Şerîa Rojava kirin.

Leşkerên Îsraîlê bi avêtina kevir û molotofkokteylan, bi çekên lûledirêj û gaza rondikrêj êrîşî ciwanên Filistînî yên ku dixwestin êrîşê asteng bikin kirin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji ber guleya leşkerên dagirker zarokek ji serê xwe bi giranî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zarokê ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, der barê nasname û temenê wî de agahî nehat dayîn.