Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 26 jin 2 zarok hatin qetilkirin

Li gor çeteleya tundiya beramberî jinan a meha Tîrmehê ya ajansa nûçeyan a JINNEWS’ê, 26 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 9 jin û 4 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan, 3 jin bi hewildanan qetilkirinê re rû bir û man.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiye û Kurdistanê tundiya li beramberî jinan, bûyerên qetliam, taciz û tecawizê û mirina bi guman a jinan her roja ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Ajansa nûçeyan a JINNEWS’ê daneyên tundîtûjiyê ên li beramberî jinên ên ku di ragihandinê de hatiye tayîsandin kom kirin, çeteleya wê weşandin.

Ajansê da zanîn ku ev tablo zêdebûna nûçeyên tundîtûjiyê di ragihandinê de hatiye teyîsandin nîşan dide. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku zêdebûna tundiya li ser jinê bi gotinên desthilatdarê ve girêdayî ye, bûyer jî van tespîtan piştrast dikin û piştî tundiyê polîtîkaya bêcezahiştinê ya darazê jî pêşî li kiryaran vedike.

Jin hatin qetilkirin

Li gor çeteleya meha Tîrmehê; 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. 3 jin bi hewldana qetilkirinê re rû bir û mane. Ji jinan 9 jê ji aliyê mêrê ku pêre zewicîne hatin qetilkirin. Ji van jinan 4 jê di pêvajoya hevberdanê debûn û derbarê jiyana xwe de biryara xwe bi xwe dabûn. Cardin 7 jin ji aliyê hevalên xwe ê mêr ve hatin qetilkirin, 3 jin ji aliyê kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê mêrê hev berdayî ve, 2 jin ji aliyê mêrên nasên xwe ve, 1 jin ji aliyê dezgirtiyê xwe ve, 1 jin ji aliyê havalê xwe ê kar ve hatin qetilkirin. Kiryarê jinekê jî nayê zanîn.