Leşkerên Îsraîlê zaroka bi navê Cena Zekarîne qetil kir
Îsraîl êdi sala 2022’an de êrîşên xwe yên hovane zêde kiriye. Li Şeriaya Rojava zarokek keç kir hedef û qetil kir.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Netewên Yekbûyî (NY), sala 2022’an weke sala herî bi xwîn a Şeriaya Rojava hat tomarkirin. Li gorî vê yekê, li Şeriaya Rojava 165 û 52 jî li Xezayê ku di bin dorpêçê de ye di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de bi giştî 217 Filistînî hatin qetilkirin. Ji van kesan 48 jê zarok bûn. Duh ji herêmê nûçeyên herî dawî hatin. Li Şeriaya Rojava di encama gulebarana Îsraîlê de keça 15 salî Cena Zekarîne jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Cena Zekarîne ji serê xwe hat hedefgirtin û hat gulebarankirin. Di daxuyaniya destpêkê ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku îhtimaleke mezin heye zarok bi şaşîtî ji aliyê leşkerek ve hatibe qetilkkirin.
Îsraîl: Lêpirsîn hat vekirin
Serokwezîrê Îsraîl Yaîr Lapîd, sersaxî ji malbata Cena Zekarîne re xwast. Yaîr Lapîd, di hesaba xwe ya twitter de daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin û heta ku ev bûyer neyê serwext kirin wê lêpirsîn berdewam bike.
Filistîn: Li qetilkirinên hovane yek din jî zêde bû
Rêveberiya Filistîn jî bi daxuyaniyek qetilkirina Cena Zekarîne şermezar kir. Serokwezîrê Filistînê Muhemmed Iştiyye bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku leşkerên Îsraîl bi qetilkirina Cena Zekarîne, “Li qetilkirinên xwe yên hovane yeka din jî zêde kirine.”
Berpirsê Çapemeniya Ofîsa Qudsê Şadî Osman diyar kir ku YE, pêşveçûnên li Filistînê dişopîne û "Daxwaza kêmkirina rageşiyê" dike.
UNICEF: Ji serê sala 2022’an heya niha 36 zarok hatin qetilkirin
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî der barê Cena Zekarîne de daxuyaniya "Cena, keça 15 salî, li Cenînê hat qetilkirin" parve kir. UNICEF’ê her wiha agahî parve kir ku ji destpêka sala 2022’an heya niha 36 zarok li Şerîa ya Rojava hatin qetilkirin.
Ji bo Cena Zekarîne merasîm hat lidarxistin
Termê Cena Zekarîne, ji nexweşxaneya Nablusê hat girtin û anîn mala malbata wê û merasîmeke girseyî hat li darxistin. Di merasîma ku bi sedan kes beşdar bûn de, alayên Filistînê hatin hilgirtin, dirûşmên ku êrîşên Îsraîlê şermezar dikin hatin avêtin. Endamên komên berxwedanê yên Filistînê jî dem bi dem gule berdan hewayê.