Malbata Şenyaşar: Em mafdar in
Malbata Şenyaşar di roja 639’emîn a nobeta edaletê de, carek din bang li rayedaran dike.

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 639’emîn de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar danê sibehê hatin ber edliyeyê û dest bi nobetê kirin. Ber pankartên dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li ber deriyê edliyeyê nobetê digirin nêzî hefteyeke bi wesayîtên fermî tên astengkirin. Ferît Şenyaşar, bi lêv kir ku bêedaletî û bêhiqûqiya heyî herkes dibîne û wiha got: “Ji ber komkujiya li nexweşxaneyê li Pirsûsê parlamenterekê kir daraz bi kêrî tiştekî nayê û zilm berdewam dike.”
‘Em ji ber deriyê edliyeyê neçin”
Ferît Şenyaşar, anî ziman ku serdozgerê komarê şûna ku edaletê pêk bîne ji bo pankartên ku bi dîwar ve daliqandine neyên dîtin hem li aliyê çepê hem li aliyê rastê wesayît bicihkirine û wiha got: “Ev wesayît tenê ji bo pankartan asteng bikin li vir tên sekinandin. Armanca astengkirina pankartan a bi wesayîtan veşartina heqîqetê ye. Em mafdar in û têkoşîna me di rojeva Meclisê de ye. Heta ku ev neheqî û bê edaletî bi dawî nebe em ji ber deriyê edliyeyê neçin.”