Leşkerên Îsraîlê li Rojavayê Şerîa 3 Fîlîstînî qetil kir
Wezareta tenduristiyê ê Fîlîstînê ragihand ku leşkerên Îsraîlê li Rojavayê Şerîayê 3 Fîlîstînî qetil kiriye û 29 Filistînî jî bîrîndar e.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230619-20230619-srail-asker-saldiri-fotograf-arsiv-jpga305f3-image-jpgccddb0-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Li Rojavayê Şerîa ya ku di bin dagirkeriya hêzên Îsraîlê de ye, li hember Fîlîstîniyan erîş didome. Leşkerên Îsraîlê ku bi dehan wesayîtên zirxî avêtin ser bajarê Cenîn ê li bakurê Rojavayê Şerîa, sekvanan li hin malan bi cih kirin.
Leşkerên Îsraîlê bi çek, gaz û bombeyên deng êrîşî birin ser Filistîniyên ku bertek nîşanî serdegirtinê dan. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên Îsraîlê di êrîşa xwe ya li ser Cenînê de 3 Filistînî qetil kirine û 29 Filistînî jî bi gulebaranê birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 5 kesan giran e.