Leşkeran li Xîzanê baxçe talan kirin û bi dehan dar birîn!

Li gundê Xelapur ê Xîzanê di dema qedexeya derketina derve de baxçeyên gundiyan ji aliyê leşkeran ve hatin talankirin û darên wan hatin birîn. Gundiyan bertek nîşanî gotina "Ji ber ku em deng nadin vê zilmê dikin" bertek nîşan dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs – Di 2'ê Tîrmehê de li 10 gund û mezrayên navçeya Xîzan a Bedlîsê (Bedlîs) qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di rojên qedexe de gund bi dijwarî hatin bomberdûmankirin. Li her du gundan pevçûn û bomberdûmana hewayî dijwar bû, li Herêma Garzanê ya ku bi rêyên xwe yên çiyayî tê naskirin, leşker bi dozeran ketin nava baxçeyên gundiyan. Welatiyên gundê Xelapûr (Yolbilen) ku bi rojan di bin qedexeya derketina derve û bomberdûmanê de bû, tiştên ku jiyaye vegotin.

Gundî bi rojan nekarîn ji malên xwe derkevin!

Li Xelapûra ku li quntara çiyê ye û bi avahiya dîrokî û baxçeyên xwe tê naskirin, ji ber bomberdûmana hewayî gundî bi rojan nekarîn ji malên xwe derkevin. Di vê demê de nekarîn av bigirin, nekarîn sewalên xwe biçêrînin û bibib av vexwarinê. Li herêma ku şer li qadeke berfireh qewimî, leşker bi amûrên înşaatê ketin baxçeyên fêkî û nokan ên gundê Xelapurê. Li qûntara çiyê ji rêya sereke, sê makîneyên înşaetê dar hilkirin û rêya xwe çêkirin. Tevî bertekên gundiyan jî maşînên înşaetê yên ku ji baxçe derneketin xisareke mezin li pey xwe hiştin. Leşkerên ku ji qedexeyê sûd werdigirin, ketin baxçeyên gundiyan, baxçeyên vir jî xera kirin. Di dema ku rê ji rêya sereke ya gund bi alavên înşaetê û leşkeran dihat vekirin, bi dehan darên ku piraniya wan darên fêkî yên ku gundiyan debara xwe dikirin, bi ketina baxçeyê gel hatin birîn.

Dar hatin birîn, baxçe talan kirin!

Gundiyan diyar kirin ku darên nok û gûzê yên ku yekane rêya debara wan e hatin îmhakirin, gundiyan anîn ziman ku di dema pevçûnan de zerar li gundên wan nehatiye kirin. Ji gundiyan Huriye Nas jî der barê vê rewşê de wiha got: “Ji ber ku ji vir dengê wan nayê vê yekê dikin. Her tiştê ku dikin ji bo dengan e.”

'Dareke me ya saxlem nema'

Huriye Nas, anî ziman ku di dema qedexeyê de baxçeyê wê hatiye talankirin, diyar kir ku bi rojan e darên ku ji talanê mane berhev dikin. Huriye Nas, diyar kir ku ew her roj tê baxçeyê xwe û difikire ka çi bike û wiha got: “Tiştekî me nemaye. Hatin, belav bûn, talan kirin û çûn. Tu dizanî, li vir bexçeyek hebû, niha rêyek heye. Her tiştê me, dara me, fêkiya me, hemû çûn. Zirara me mezin e. Me ew qas xebat kir, lê di rojek an du rojan de her tişt winda bû.”

'Ji ber ku me dengê xwe neda wan, vê zilmê dikin'

Huriye Nas li ser pirsa"Çima wan ev kir?" bersiva “Dê çima be ji ber dengdanê” da wiha domand: “Ji ber ku em dengê xwe nadin wan ev kir. Tiştekî ku wan ji bo yek dengî nekiriye tune ye. Ev zilm, ev mêtingerî, ev heqaret, her tişt ji bo dengan e. Li gundên din talaneke wiha tune, tenê li cem me heye. Ji ber ku ev gund nade wan vê dikin. Xwedê vê yekê nehêle. Ez wê rojê hatim vir, min pirsî çima hûn vê yekê dikin, min destûr neda. Dema ku em li malê bûn, wan ev yek kir, lê me nikarîbû xwe bigirta. Dema min ji wan re got 'Ez ê giliyê we bikim' ji min pirsîn 'Enqere me dişîne, hûn ê giliyê wan bikin?'. Ma Enqereyê ew şandine vê diziyê, vê talanê bikin?”

'Ez bimirim jî ez gundê xwe terk nakim'

Huriye Nas, anî ziman ku di sala 1994'an de ji ber zextên cerdevanan qebûl nekirin gundê wan hat şewitandin û piştî salan vegeriyan û anî ziman ku dîsa heman polîtîka kirine meriyetê. Huriye Nas a ku bi gotina "Vê carê min bikujin jî ez ji gundê xwe dernakevim" bertek nîşanî polîtîkayên ku tê meşandin  da û wiha got: "Çi bikin jî ez vê carê gundê xwe terk nakim. Tenê ez bim jî ez ji vir naçim. Ev hovîtî dê heta kengî bidomin? Bimirim jî ez ê li vir bimînim. Mal û milkê me, milkê me, ezê li ku bihêlim û biçim? Ez naçim tu derê. Ez her roj nifiran li wan dikim ku heqê vî baxçeyî bidin.”

'Bila me jî wek wan daran bikujin, lê em naçin'

Li aliyê din Fatma Ozmen, bal kişand ser wê yekê ku ne darên qayîm ne sêv û ne jî gûz nemane. Fatma Ozmen, anî ziman ku di dema operasyonê de nehiştine ji malan derkevin û got, “Amûrên înşaetê anîn û hemû dar ji kokê rakirin. Mal û milkê gundiyan nemaye. Dibêjin niha serlêdan kirine, lê yê ku vê derê hilweşand dê çêbike? Ji jêr heyanî jorê rê çêkirine. Bi amûrên înşaetê daran şikandine û heya gund wisa hatine. Darek hişk nemaye. Ji bo em ji gund derkevin her tiştî dikin, lê vê carê çu nabe. Em mirov wek vê sêvê, vê gûzê ne, bila werin me jî bikujin, lê em ji gundê xwe dernakevin.”

'Gotin operasyon heye û ketin baxçeyên me'

Herî dawî Kıymet Alat da zanîn ku piştî pêvajoya pevçûnê li gund 2 ciwan bê sûc hatin binçavkirin û girtin. Kıymet Alat, anî ziman ku ev zilm bi salan e didome û ji sala 94'an û vir ve tê meşandin û wiha domand: “Dibêjin 'operasyon heye' lê daran dibirin. Darek nemaye ku gundî di bin de bimînin. Kes vê rewşê qebûl nake. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Di tevahiya qedexeyê de helîkopter û heron wek mêşan di ser me re derbas dibûn. Her tim bombe dihatin avêtin. Me jî nikarîbû ji malên xwe derkevin û herin ser kaniyê.”