Lerzînên erehejê yên bajarê Merc ê dê erdhejek mezin çêbike?
Pispora lêkolînên erdnîgarî Sîham Salih diyar kir ku di bajarê Merc de lerizîn rûdidin.
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî - Dîrokek bajarê Merc bi erdhejan re heye di sala 1963’an de erdhejek bi hêze 5.3 derece rêxtir rû da, 300 kuştî û 375 birîndar û 12 hezar penaber li pey xwe hiştin. Bi dûrbûna 5 km ji bajarê Babelet bajarekî nû ava kirin bi navê Merca Nû û Merca kevin weke bîranîn ma.
Piştî pêlên erdhejê ku li Tirkiyê û Sûriyê rû da û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, xelkê bajarê Merc ê her demekê hîs dikin erdhejek sivik çêdibe, ji ber metirsiya erdhêja ku li vir car din rû bide li kolanan dimînin.
‘Bajarê Merc ê ji kembera erdhejê bandor dibe’
Pispora lêkolînên erdnîgarî Sîham Ferej Salih der barê erhejê de nerînê xwe anî ser ziman û got: “Bajarê Merc rastî lerzînên erdhejî tê ji ber ku ew li ser felqa Merc dikeve, di navbera herêma Tilmîsa heya herêma El-Bîdan başûrê bajarê Ajdabiya dikeve û bi kembera erdhejî bandor dibe ya ku dikeve navber tebeqeya Afrîqî û ya Avrasyayê, ew felq û qelşandinên heyî bi erdhejê bandor dibin. Bajarê Merc bi erdheja ku li girevên hemberî wê dikevin bandor dibe weke Qibris û Kirît û Yunanistan jî ji ber ku qalişandin heye, xwezayî ye ev herêmên qelişî bi erdhejê bandor bibin, ev jî vedigere tevgerên Tektonî ku bajarê Merc li ser dikeve, tevî faktorên din weke faktora ax û av jî.”
‘Cîhazê pîvana erdhejan nîn bû pîvan li gor xelkê heremê bû’
Sîham Ferej Salih di nirxandinê xwe de bal dikişand ku qelşandin di encama tevgerên tektonîk de rûd an, bi demê re berdewam fireh bûn û ev qelşandin dernakeve berî bi milyonan sal derbas bibin ku qelşandinek weke ye Merc çêbibe. Sîham Ferej gotinên xwe wiha domand: “Kembera agirî di navbera tebeqeya Avrasya û tebeqeya Afrîqiya yek ser bandorê li dewletên bakûrî Deryayê Spî, Yewnanistan, Kirît, Qibiris û Îtalya dike, ji ber ku Merc bi xwe li ser qelşandinekê dikeve lewma bandor dibe û bi erdhejên Yewnanistanê herî zêde bandor dibe. Bajarê Merc bi erdheja gireva Girît bi kurahiya 10 km bandor bû, lê cîhazê pîvana erdhejan li bajêr nebû ku bipîvin, pîvan li gor gotina xelkê bû. Navenda şopandina erdhejan ji bo gelek sedeman rawestîye berê ew kar dikir, lê bi salan re û bûyerên Lîbya dema dawî de qewimîne navend hate xirabkirin û mixabin nehat sererastkirin, lewma şopandina erdhejan niha bi riya malpera navîn a Ewropî û hin malperên dîtir tê kirin.”
‘Em bi tirs jiyan dikin’
Endama komeleya Terahum ya Xêrxwazî Wenîse El-Nazorîjî der barê alikariyên ku pişt erdehejê anî ser ziman û got: “Di warê pêşkêşkirina alîkariyan de rola komeleyên xêrxwazî li bajarê Merc di dema şoreşa 17’ê Sibatê de heya niha gelek bû. Divê alîkariyê ne li ser asta xwerdemeniyê tenê be, divê perwerdeyên hişyariyê ji bo hemwelatiyên bajarê Merc bên kirin. Bajarê Merc dema borî de rastî 4 erdhejan hat her carê ji cara pêştir bihêztir bû, aniha em bi tirs jiyan dikin ku hêza erdhejên me weke yê Sûriyê û Tikriyê be. Tevî ku bajarê Merc dikeve herêmek erdhejî û di rojên borî de çend lerzînên erdhejî rû dan, lê komele û rêxistinên xêrxwazî nefikirîn planên hişyariyê û piştgiriyê deynin.”
‘Pêwîst e konan li derveyî bajêr vedin’
Wenîse El-Nazorî di dawi ya gotinê xwe de destnîşan kir ku erdheja sala 1963’yan li bajêr rû daye gelek ziyanên mezin û qurbanî li pey xwe hiştiye û anî ziman ku ji bo dûbare nebûna heman rewşê divê tedbîrên pêşgir bên girtin. Wenîse El-Nazorî wiha domand: “Pêwîst e konan derveyî bajêr vedin û hemû pêdiviyan peyda bikin, divê nexweşxaneyek meydanî jî hebe û tîmên hawarçûnê amade bin. Dê peywendî di navbera komeleyan û hin aliyên pispor hebe ji bo perwerde û şêwirên hişyariyê bidin bi taybet di dibistanan de, ji ber ku zarok rewşeke tirsnak mezin de jiyan dike ji ber dîmenên li ser torên civakî dibînin.”