Leman Beşîkçi jiyana xwe ji dest da
Endama Lijneya Rumetê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û mamosta Leman Beşîkçî di temenê 92 salî de ji dest da.
Enqere - Endama Lijneya Rumetê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û mamosteya teqawîtbûyî Leman Beşîkçî ya 92 salî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Leman Başîkçî hevjîna civaknas û lêkolînvanê pirsgirka Kurd Îsmalîl Beşîkçî demek dirêj bû ji ber nexweşiyê li Enqerê tedawî didît. Cenazeyê Leman Beşîkçî wê sibê pîştî nimêja nivro li Goristana Karşiyaka ya Enqerê bê veşartin.