Lêkolînera siyasî: Armanca Îsraîlê koçberkirina Filistîniyan e

Lêkolînera siyasî Ciwan Salêh da zanîn ku ji êrîşên hêzên Îsraîlî yên berdewam dikin diyar dibe ku polîtîkayeke sîstematîk heye armanc ew e gelê Xezayê bidin koçberkirin û demografiyê biguherînin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Gelê Xezayê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi êrîşên hovane re rûbirû dimîne. Tevî êrîşan jî şêniyên Xezayê hewl didin di nava kavilên bajar de mercên jiyanê biafirînin, axa xwe neterikînin.

‘Sûcên Îsraîlê li dijî gelê Xezayê berdewam dikin’

Lêkolînera siyasî Ciwan Salêh da zanîn ku hêzên Îsraîlê bi êrîşên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha binesaziya Xezayê kirine hedef û wiha got: “Hemû binesaziya herêmê û navendên xizmetguzeriyê dike armanc. Ev êrîş li gorî talîmatên Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Yoav Galant hatin kirin ku pêşniyar kir Xezayê bê av û xwarin bihêle. Ev wêrankirin weke beşek ji siyaseteke sîstematîk hat kirin. Bi van êrîşan hewl dide gelê Xezayê bide koçberkirin û li gorî berjewendiyên xwe guhertinên demografîk li herêmê pêk bîne.”

‘Hêzên Îsraîlê hewl didin Xezayê vala bikin’

Ciwan Salêh destnîşan kir ku zêdetir ciwan tên hedefgirtin û wiha domand: “Hêzên Îsraîlê bi giranî êrîşên xwe li ser cihên giştî ku weke navendên perwerdeyê ne didomînin. Dixwazin Xezayê ji niştecihên wê vala bikin û dagir bikin lê ciwan bi van planan re eleqedar nabin û bi bêsebrî li benda bidawîhatina êrîşan in, ji bo ku ji nû ve herêmên xwe ava bikin. Bi îlankirina pêvajoya agirbestê re operasyonên leşkerî yên bejahî û êrîşên hewayî zêde dibin û ev yek dibe sedema zêdebûna mexdûrbûna sivîl û niştecihan. Hêzên Îsraîlî van êrîşan bi hinceta zexta leşkerî ji bo azadkirina girtiyên xwe rewa dikin.”

‘Armanc ew e ku Zîvala Xezayê bikin herêmeke îzole’

Ciwan Salêh eşkare kir ku hêzên Îsraîlê hê jî gefê li şêniyên Xezayê dixwin ji bo ku terka axa xwe bikin û ji bo yekbûna wan li başûrê dûr ê Xezayê deverek sînorkirî veqetînin. Ciwan Salêh wiha got: “Ev yek dê gihîştina alîkariyên mirovî li gorî kesên ku dê fermanan bi cih bînin û li cihê ku ew weke "Herêma Mirovî" bi nav dikin bijîn, siyasî bike. Ev ji aliyê gelê Filistînê û hemû saziyên navneteweyî ve tê redkirin. Îsraîl bi dabeşkirina Zîvala Xezayê ji bo deverên îzolekirî, bikaranîna xalên Netzarim, Philadelphi, Morag, Kissufim û Mefalsim, hewl dide zemînê ji bo koçberbûna bi zorê yan jî bi dilxwazî ​​amade bike da ku rastiyek nû ferz bike, tecrîda di nava Zîvala Xezayê de xurt bike.”