“Kurmancî bingeha baweriya Êzidîbûnê ye”
Mamosta, zarok û dayîkên Şengalê ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî bal kişandin ser pêwîstiya parastina zimanê dayikê û gotin: “zimanê dayikê zimanek şîrîne, em zimanê xwe hezdikin.”
ELMÎRA SİMOQİ
Şengal – 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li her devera ku Kurd lê dijîn bi çalakiyên cihêreng tê pîroz kirin. Ji warê Êzidîxanê jî peyamên giring ên cejna ziman hatine. Mamoste, zarok û dayikên Şengalê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî hestên xwe bi me re par kirin.
“Em bawerî, çand û zimanê xwe diparêzin”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê Niam Bedle li ser girîngiya zimanê Kurmancî û got: “Bingeha Êzdatî li ser zimane. Em bawerî, çand û zimanê xwe diparêzin û bi zimanê xwe tên nas kirin. Em hevî dikin kû her kes bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Ziman ji bo Ezidiyan her tişte. Em biçin kuderê jî emê bi zimanê xwe bi peyvin. Berî her tiştî em bi zimanê xwe tên nasîn. Ez hêvî dikim ku gelê me biçe ku derê bila biçe lê bi zimanê xwe bi peyve. Zimanê Êzidatiyê berî hemû zimanan hebû. Zimaneke qedîme. Çawa ku her netewek şanaziyê bi zimanê xwe dike, em jî wek Êzidî şanaziyê bi zimanê xwe dikin.”
“Heya em zarokên xwe fêrî ziman nekin emê sernekevin”
Mamosteya Dibistana Şehit Şengal Merwa Şengalî bibîr xist ku hînbûna zimanê dayikê bingeha parastina çand û nasnameya mirov û netewane û wiha dom kir: “Fêrbûna zimanê dayikê dibe bingehek ji bo parastina bawerî û çandê. Em li dibistana zimanê kurmancî zaroka fêrî zimanê dayikê dikin. Heya em zarokên xwe fêrî ziman nekin emê sernekevin.”
“Dibistanen me parastina çand û bawerîya me ye”
Mamoste Şirin Şengalî ya li heman dibistanê perwerde dide jî roja ziman di serî de li zarokan û herkesî piroz kir û da zanîn ku ji bo civaka Êzidiyan zaroka fêrkirina zimanê dayîkê ferqeke û giringîya perwerdeya zimanê dayikê wiha ani ziman: “Em hêvi dikin ku her kes zarokên xwe bişine dibistanê ji bo ferî ziman û çanda xwe bibe. Çand û baweriya me girêdayî zimanê meye. Dibistanen me parastina çand û bawerîya me ye.”
Zarokên dibinstana Şehit Şengal keyfxweşiya xwe ya fêrbûna zimanê dayika xwe bi gotina sitranên zimanê kurmanci anin ziman û gotin: “Em zimanê xwe hes dikin, zimanê me zimanê dayikê ye, zimanê me pir şirine.”