Krîza mirovî ya li Sûdanê zêde dibe: Herî kêm 40 hezar kes mirin
Digel ku pevçûna li Sûdanê dikeve sala xwe ya sêyemîn, tundî û binpêkirinên li dijî sivîlan li Kordofan û Darfûrê zêde dibin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, 40 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 14 milyon kes jî koçber bûne.
Navenda Nûçeyan - Digel ku pevçûna li Sûdanê dikeve sala xwe ya sêyemîn, krîza mirovî kûrtir dibe. Tundî û binpêkirinên berfireh ên li dijî sivîlan zêde dibin, di heman demê de raporên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku hejmara mirinan di mehên dawî de zêde bûye, piraniya wan li Darfûr, Kordofan û Xartûmê ne.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî hişyariyek derbarê rewşa li Sûdanê de da û fikara xwe anî ziman ku pevçûnên tund ên li herêma Kordofanê dikarin bibin sedema "pêleke nû ya hovane". Komîser bang li welat û rêxistinên navneteweyî kir ku tedbîrên bilez bigirin da ku pevçûnê bi dawî bikin û herikîna çekên ku wê gur dikin rawestînin.
Bûyerên tirsnak li El-Faşerê diqewimin
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku pêşketinên li Kordofanê wekî şokek mezin hatine û diyar kir ku dîrok piştî "bûyerên tirsnak" ên ku li El-Faşerê qewimîn bi lez dubare dibe. Wî tekez kir ku divê civaka navneteweyî rê nede ku Kordofan bibe kopiyek El-Faşerê.
Li gorî Komîser, ji 25’ê Cotmehê vir ve li Bakurê Kordofanê herî kêm 269 sivîl di encama êrîşên hewayî, topbaran û înfazên meydanî de hatine kuştin. Li Başûr û Rojavayê Kordofanê, êrîşên ku ji hêla Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve hatine kirin, di du rojên borî de herî kêm 15 kesên di nav de zarok jî hene, mirine.
Baxçeyê zarokan û nexweşxane hedef girtin
Karbidestekî herêmî li bajaroka Qalúki ya li Başûrê Kordofanê diyar kir ku di êrîşeke bêmirov a Hêzên Piştgiriya Lezgîn de 9 kesên di nav de 4 zarok hene, hatine kuştin. Karbidest rave kir ku di êrîşekê de baxçeyê zarokan û di ya din de jî nexweşxaneyek hedef girtin.
Li Kordofana Rojava, Odeya Awarte ragihand ku droneke Artêşa Sûdanê bajaroka Nama bombebaran kiriye û herî kêm 6 kes kuştine. Daxuyaniyê tekez kir ku êrîşên berdewam jiyana rojane têk birine, sivîlan koçber kirine û binesazî û xizmetguzarî wêran kirine.
Krîza mirovî ya herî xirab a ku tê jiyîn
Li gorî NY’ê, pevçûna li Sûdanê jiyana nêzîkî 40 hezar kesan ji dest wan girtiye, her çend pispor destnîşan dikin ku hejmara rastîn dikare pir zêdetir be jî. NY rewşê wekî krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê bi nav dike, ku zêdetirî 14 milyon kes ji ber pevçûnê koçber bûne. Dema ku bajarê El-Feşar ket bin kontrola Hêza Piştgiriya Lezgîn, raporên mafên mirovan binpêkirinên cidî nîşan dan ku di nav de darvekirina sivîlan, tecawiz û destdirêjî hene. Ji Cotmehê ve zêdetirî 100 hezar kes ji bajêr reviyane û çavkanî destnîşan dikin ku bi hezaran kes di bin dorpêçê de ne an jî di dema revê de hatine kuştin. Wekî din, tê ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Bilez ji wê demê ve destkeftiyên girîng ên erdê bi dest xistine.