Kovara Newaya Jin: “Rêya azadiyê di polîtîkbûnê re derbas dibe”
Di hejmara Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin de ji krîza ekolojîk heta aboriya Rojhilata Navîn, gelek dosya û analîzên girîng ên li ser têkoşîna jinê cih digirin.
Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket. Rojname vê mehê bi berga “14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî: Rêya azadiyê di polîtîkbûnê re derbas dibe” hate weşandin.
Di vê hejmarê de têkildarî geşedanên heyî yên pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn, rola pêşengtiyê ya jinan û ciwanan di avakirina civaka demokratîk de, komkujiyên jinan, çand, krîza ekolojîk û têkoşîna jinan dosya, hevpeyvîn û analîzên berfireh cih digirin.
Roja rûmetê ya neteweyî û têkoşîna civaka demokratîk
Nivîskar Raperîn Mûnzûr di nivîsa xwe ya bi sernavê “Berxwedana 14’ê Tîrmehê û têkoşîna civaka demokratîk” de destnîşan kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ne tenê bûyereke dîrokî ye. Mûnzûr ragihand ku têkoşîna rêxistinkirî, bizane û polîtîk şertê esasî yê azadiyê ye û anî ziman ku divê ruhê şoreşgeriyê yê salên 1970’yî, çanda komînê û feraseta têkoşîna rêxistinkirî jinûve werin xurtkirin.
Têkoşîna aştî û demokratîk
Di rûpelên rojevê yên rojnameyê de, nivîsa Koordînasyona PAJK’ê jî cih girt. Di nivîsê de hate diyarkirin ku divê her kes li dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk kom bibe û hate destnîşankirin ku jin divê di têkoşîna birêxistinkirî de bi roleke diyarker rabin.
Pelşîn Tolhildan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Avakirina demokratîk û pêşengtiya jinê” de, berpirsyariya dîrokî ya jinan a ji bo avakirina civaka demokratîk nirxand.
Zihniyeta avakirina civaka demokratîk û komînê
Evîndar Ararat di nivîsa xwe de feraseta civaka demokratîk nirxand. Haskar Kirmizigul jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Gelo komînbûn li pişt Çiyayê Kaf e, yan li ber serê me ye?” de bal kişand ser feraseta komînbûnê û girîngiya wê ya di jiyana rojane de.
Nêrînên gerîlayan ên derbarê pêvajoya aştiyê
Di hejmara Tîrmehê de hevpeyvîna bi sernavê “Aştî, cejna kesên hezkirinê dizanin e” ku ji aliyê Medya Doz ve hatiye amadekirin, cih girt. Di vê hevpeyvînê de nêrîn û nirxandinên komeke gerîla yên derbarê pêvajoya siyasî de hatin parvekirin.
Aboriya Îran û Rojhilata Navîn tê nirxandin
Di nivîsa Gelawêj Ewrîn de, pêkanînên (ambargoyên) navneteweyî yên li ser Îranê û avantajên vê yên aborî û stratejîk ên ji bo Tirkiyeyê hatin analîzkirin.
Li dijî tundiya li ser jinan, xweparastin
Di nivîsa Roza Metîna de girîngiya xweparastinê û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate nirxand. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku xweparastin tenê bi fîzîkî nîne; di heman demê de pêvajoyeke xurtbûna zihnî, civakî û polîtîk e. Metîna anî ziman ku jin çiqas zanebûna xweparastinê pêş bixin, wê ewqas bikarin azad tevbigerin.
Statuya YPJ’ê nasnameya hemû jinan e
Di hevpeyvîneke din a rojnameyê de hate destnîşankirin ku YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) tenê avahiyeke leşkerî nîne, di heman demê de sembola îrade û nasnameya jinan e. Di rûpelên rojnameyê de hate diyarkirin ku parastina statûya YPJ’ê, tê wateya parastina mafên hemû jinan.
Krîza avhewayê
Di rûpela ekolojiyê de nivîsa Menekşe Kizildere cih girt. Kizildere destnîşan kir ku krîza avhewayê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên gerdûnî ye û çavkaniya vê krîzê jî modernîteda kapîtalîst bixwe ye.