Kovara Jin bi berga ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket

Hejmara 70’an ya Kovara Jin bi berga ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan - Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê bi awayê dîjîtal tê çapkirin, derket pêşberî xwendevanên xwe. Vê hefteyê hejmara 70’an a Kovara Jin bi berga ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser êrişên şer ên li ser jiyana jin, beden û hemû qadên din yên jinê.

Nivîsên di vê hejmarê de cih girtîn wiha ne:

“*Nişmiya Guler di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Hedefa Hîzbûlkontrayê jin in’ bal kişand ser êrişên vê dawî yên Hîzbulahê li ser jinan. Oznûr Deger di nivîsa xwe ya bi sernavê  ‘Amûra şerê taybet: Hînbûn’ îşaret bi polîtakayên şerê taybet li ser jinan kir.

Hêlîn Ayhan di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Em Teoriya Gulê bînin bîra xwe’ bal kişand ser li dijî êrişên beramberî jinan zêde dibe rêxistinkirina parastina cewherî.  Bîşenk Sara bi nivîsa xwe ya sernavê wê ‘Ji ciwanên Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur gavekî dîrokî’ de bal kişand ser  konfaransa ciwanan a ku di dîroka 8-9’ hezîranê de li paytexta Lubnan Beyrûd hatî li darxistin.

Hulya Osmanagaoglû di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Tê bîra min, tê bîra te?’ de cih da meşa rûmetê ya hefteyê û bal kişand ser êrîşên li dijî LGBTİ+.”