Kovara Jin bi berga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derket

Hejmara nû ya Kovara Jin, bi berga “Li ser şopa Jîna Emînî Jin, Jiyan, Azadî” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 133’yemîn a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, bi berga “Li ser şopa Jîna Emîniyê Jin, Jiyan, Azadî” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di vê hejmarê de bal kişand ser têgehên Jin, Jiyan û Azadî.  

Nivîsên di hejmara nû de cih girtin ev in: 

“*Şoreşa Jin Jiyan Azadî didome / Rojda Bedîa Akkaya

*Jin Jiyan Azadî / Sakîne Esen Yilmaz

*Jin, Jiyan, Azadî / Canan Gullu

*Hilavêtina demarê / Zîlan Diyar 

*Rizgarî di destê jinan de ye / Ozgur Demîr  

*Di qotîka Înanna û Medusayê de rastiya jinê / Gulan Îraz”