Tûrnûvaya dîrokî li Mexribê dest pê kir

Kûpaya Neteweyên Jinên Efrîqayê ya 2026’an a li Mexribê de şampiyon bi awayekî surprîz têk çûn, tîmên nû hevsengiya hêzê guhertin; maçên ewil ên li Mexribê nîşan dan ku tûrnûva wê tije pêşbaziyeke bêhempa be.

Navenda Nûçeyan – Maçên ku di çar rojên ewil ên Kûpaya Neteweyên Jinên Efrîqayê ya 2026’an a li Mexribê de hatin lîstin, bi gol û encamên ecêb re bû destpêkek xurt.

Mexrib, di maça xwe ya ewil de Kenyayê bi 4-0 têkbir û armanca xwe ya şampiyoniyê nîşan da. Piştgiriya alîgiran û pêşkeftina futbola jinan, hêza tîmê zêde kir.

Cezayîr jî, Senegalê bi 2-0 têkbir û bi dîsîplîna xwe ya parastin û serkeftina xwe ya taktîkî balkişand.

Bi skora 2-1 têkçûna şampiyonê dawî Efrîqaya Başûr a li hember Tanzanyayê, eşkere kir ku pêşbaziya di tûrnûvayê de dê çiqas dijwar be. Her wiha Perava Diranfîl Burkina Faso bi 4-1 têk bir, performansek xurt nîşan da û bi hêza xwe balkişand.

Zambiya jî Misirê bi 6-0 têk bir û yek ji mezintirîn serkeftinên turnuvayê bi dest xist, surprîzek din a mezin têkçûna 3-2 ya Nîjeryayê li hember Malawiyê bû. Ev encam nîşan da ku tîmên nû gihîştine astek ku ew dikarin bi tîmên bihêz ên Efrîkayê re pêşbaziyê bikin.

Maçên ewil, nîşan dan ku asta turnuvayê bilind bûye. Tîmên malûvan û yên bilind bûn, bi awayekî wêrek derketin pêş. Hate diyar kirin ku hinek tîmên bihêz di parastinê de zehmetiyan kişandin û Ev bû sedema golên zêdetir û encamên surprîz.

Mexrib, Zambiya, Perava Diranfîl û Tanzanya amade xuya dikin û Nîjerya û Efrîqaya Başûr hewce ne ku bi awayekî lez xwe kom bikin. Encamên çar rojên ewil, nîşan didin ku Kûpaya Jinên Efrîkayê dikare bibe yek ji turnuvayên herî reqabetê û tîmên nû dikarin hevsengiya hêzê biguherînin.