Kovara Jin bi berga “Hafizeya qirkirinê ya Êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket
Hejmara 74’emîn a Kovara Jin bi berga “Hafizeya qirkirinê ya Êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve, Hejmara 74’emîn a Kovara Jin vê hefteyê bi berga “Hafizeya qirkirinê ya Êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya kovarê de qirkirina Êzidiyan û şêweyê têkoşîna li dijî vê qirkirinê û avakirina jiyana nû tê vegotin.
Nivîsên di hejmara vê hefteyê de cih girtî wihane:
* Berxwedana Jinên Êzidî / Hevpeyvîna bi Riham Haco re - Koma Kovara Jin
* DAIŞ’ê bi taybet jî jin hedef girt / Hevpeyvîna bi Berfîn Hezil re: Koma Kovara Jin
* Soza me ya ji bo jinên rojê di welidînin e: Em ê faîlan bidarizînin / Cemîle Turhalli
* Hafizeya qirkirinê ya gelê Êzidî / Feleknas Uca
* Sirgun û qêrîna berxwedanê / Dîlan Bebleşîn