Kovara Jin bi berga ‘Em ê dest ji mafên xwe ber-ne-din’ derket

Hejmara 71’an a Kovara Jin bi berga “Em ê dest ji mafên xwe ber-ne-din” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê hejmara 71’an bi berga “Em ê dest ji mafên xwe ber-ne-din” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser êrişên şer ên li ser jiyana jin, beden û hemû qadên din yên jinê.

Nivîsên di vê hejmarê de cih girtin wihane:

“* Hûn nikarin pêşî li herka jiyanê û guherînê bigirin! - Oya Açan

* Li dijî tundiya sîstematîk a zîhniyeta nêrza “Jin, Jiyan, Azadî” - Gulderen Varli

* Peymaneke bi rengê Jin - Jiyan - Azadî - Elîf Tîrenç Îpek

* Jêderka Peymana Stenbolê - Çîgdem Goksoy

* Di demekê destkeftinên jinan tên bisînorkirin - Dîren Cevahî Şen

* Mertalê Mêr ê Dewlet û Darazê: Cînayetên Jinan û Newekehvî -  Bêrîtan Kalbîşen”