Kovara Jîn bi berga “Berxwedana Kurdî ya li dijî pişaftinê” derket

Hejmara 63’an a Kovara Jîn bi berga “Berxwedana Kurdî ya li dijî pişaftinê” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jîn ku her hefte roja Yekşemê derdikeve, hejmara  63’an bi berga “Berxwedana Kurdî ya li dijî pişaftinê” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de bal kişand ser polîtîkayên zext û pişaftinê yên li dijî Kurdî û berxwedan û têkoşîna li dijî van polîtîkayan hatin vegotin.

 Nivîsên di hejmara nû de cih girtin ev in:

* Kurdiya ku ji cih û warê xwe hatiye sirgûnkirin / Leyla Ayaz

 * Zimanê ku hevrûbûna wî nehatiye kirin: Kirmanckî (Zazakî) / Cemîle Turhalli

 * Jin û ziman / Berfîn Suh

* Di qedexeya zimanê dayikê de jin rastî tundiya derûnî tên / Esra Kahraman

* Awaza nepen a can dide çanda Kurd: Hozan Mizgîn / Emel Çîftçî

* Jinên pêşeng ên sînemayê / Fatoş Stêrk

* ‘Dayika Xwedayan’ / Munevver Berk