Kovara Jin bi berga ‘Bajarên dostê jinan’ derket

Hejmara 38'an a Kovara Jin bi berga "Bajarên dostê jinan bi têkoşîna li dijî zîhniyeta qeyumê gengaz e" derket.

Navenda Nûçeyan –  Hejmara 38'an a Kovara Jin a ku her hefte bi awayekî dîjîtal derdikeve, bi berga "Bajarên dostê jinan bi têkoşîna li dijî zîhniyeta qeyumê gengaz e" bi xwendevanan re hat gel hev. Di vê hejmara kovarê de mijarên siyasî, polîtîkayên jinan ên di rêveberiyên herêmî de û şaredariyên dostên jinan cih girtin.

Gotarên di vê hejmarê de ev in:

*Bajarên dostê jinan bi têkoşîna li dijî zîhniyeta qeyum pêkan e / Hevpeyvîn bi Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglu - Şukran Demir re.

*Di têkoşîna jinan de cihê ezmûna rêveberiya herêmî ya jinên Kurd / Rojda Yildiz

*Şaredarî û jinbûna siyasetê / Laura Roth & Kate Shea Baird- Werger

*Em ne bi tenê ne! / Oya Açan

Kovar dikare li ser malpera jindergi.com were girtin.