Kovan Îdo ya li Kampa Holê hat rizgarkirin piştî 9 salan li Şengalê ye

Jina Êzidî Kovan Îdo Xerto ya ji kampa holê di qonaxa sêyemîn a ‘Operesyona Mirovî û Ewlehî’ de li Kampa Holê hatibû rizgarkirin, ji aliyê Mala Êzidî ya Rojava û YPJ’ê ve radestî xizmên xwe û YJŞ’ê hate kirin.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Kovan Îdo Xerto ji gundê Herdan yê girêdayî Şengalê ye. Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li ser jin û civaka Êzidî ferman pêk anî, Kovan di temenê 14 salî de bû. Di temenê 14 salî de tevî malbata xwe ji aliyê DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê yek ji gundê herî zêde lê komkujî pêk anî gundê Herdan bû. Xelkê gund yê ku ji komkujiyê xilas bû dîl ketin destê DAIŞ’ê. Kovan Îdo yek ji wê zaroka gundê Herdan bû bi malbata xwe re dîl kete destê çeteyan. Heta niha jî aqûbeta dayîk û bavê wê yên ku dîl ketin ne diyare. Beriya niha jî du xûşkên Kovan û her wiha hin kesên ji xizmên wê jî, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û QSD’ê ve hatine rizgarkirin.  

Kovan Îdo Xerto li Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û malbatê wê ve hem bi kêliyên xemgîn û hem bi kêfxweşiyekî mezin hate pêşwazî kirin. Di pêşwaziyê de xalktîk, ap û hin xizmên Kovan, endama fermandariya YJŞ’ê Hêza Şingalî û bi dehan endamên meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ amade bûn.      

Tekoşîna Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û YJŞ’ê ya ji bo tolhildana jinên Êzidî berdewam dike. Keça Êzidî Kovan di encama vê tekoşînê de hate rizgarkirin û ew jî bû yek ji wan jinan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûyî. Bi rasthatina roja jinên cîhanî 8’ê Adarê Kovan Îdo ji aliyê YPJ’ê û mala Êzidiyan a Rojava ve vegeriya cih û warê xwe yê lê dayîk bûye. Di biharekî ku jin bi hemû hêza xwe, bi biryardariya tekoşînê ber bi roja 8’ê Adarê ve diçin hatina vegera Kovan ya li Şengalê jinên Êzidî weke mizgîniya biharê û cejne bi nav dikin.

‘Tenê hêviya min ew e hemû jinên din jî wek min bên rizgarkirin’  

Kovan Îdo di pêşwaziyê de bi kinahî nêrîna xwe anî ziman hem hestên kêfxweşiyê û hem bi hestên dilêşiyê malbat û Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hempêz kirin. Kovan carekî din destxweşî li Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê kir û wiha got; “Ez îro vegeriyam warê xwe Şengalê, hem ji bo min bi êşe û hem jî ez gelekî kêfxweş im ku ez gîhîştim nav malbat û xizmên xwe. Min tû carî hêviya xwe ya rizgarkirinê qût nekir. Ew roj hat ez bi viya gelekî kêfxweş im. Min di destê wan çeteyan de gelekî êş, zext û her cûre kiryarên dij mirovî kişand. Lê tenê hêviyek min heye ew jî dayîk, bavê min û hemû jinên hîna aqûbeta wan ne diyare rojekê weke min werin rizgarkirin.”

‘Her jinek bi ked û xwîna şervana tê rizgarkirin’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Elî axivî û wiha got: “Em wek jin û civaka Êzidî rojekî bi mizgînî pêşwazî dikin. Em destxweşî li YPJ-QSD’ê dikin. Wan di ber me de kedekî mezin dan û bi dayîna berdêlan zarokên me rizgar dikin. Ev jinên me ne bi peran bi ked û berdêlan têne rizgarkirin. Em di arîfeya 8’ê Adarê de dijîn, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ez jî roja 8’ê Adarê li hemû jinan û miletê me pîroz dikim.’  

Xaltîka Kovan Îdo Elîf Xelef Firîko ya ku bi rizgarkirina keça xwûşka xwe gelekî kêfxweş bû hestên xwe di kêliya dîtinê de wiha anî ziman; “Ez gelek kêfxweş im û hêvidar im ên mane jî bêne rizgarkirin. Xwişka min yanî dayîka Kovan û xwişka wê jî di destê DAIŞ’ê de ne. Dayîka Kovan me li ser televizyonê dît û me nas kir. Par me dît û li Efrînê bû. Dema me rizgarkirina Kovan bihîst em gelek kêfxweş bûn. Ez xaltîka wê me, di dema fermanê de ez li Qubleta Şengalê bûm ew jî li aliyê Şemalê wê bûn. Dema fermanê de em neçûn cihek em li çiya man. Mala YPJ û QSD’ê ava, xwedê wan bistirîne, çi ji destê wan hat ji bo me kirin.”

‘Heya hemû jinên di destê DAIŞ’ê de mane rizgar bikin têkoşîna xwe bidomînin.’

Endama fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YJŞ) Hêza Şengalî jî wiha axivî: “Em ber bi roja tekoşînê roja 8’ê Adarê ve diçin. Bi wesîleya 8’ê Adarê jinek Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê ya ku beriya niha bi demekê ji aliyê YPJ’ê ve li Kampa Holê hatibû rizgarkirin vegerand Şengalê. Bi pêşengtiya YPJ’ê ve ji 2014’an ve heta roja me ya îro hem zarok, hem dayik, jinên Êzidî têne rizgarkirin û bi awayeke ewle radestî me dikin û em jî radestî malbatên wan dikin. Îro jina Êzidî Kovan hatibû rizgarkirin û ji Mala Êzidiyan teslîm girt.

Em gelek spasiya xwe ji bo YPJ û Mala Êzidiyan a Rojava dikin. Bi erk û berpirsyariyeke mezin jin û zarokên Êzidiyan rizgar dikin û bi ewle radestî me dikin û em jî radestî malbatên wan dikin. Careke din em li ser navê YJŞ’ê spasiya YPJ, QSD û Mala Êzidiyan dikin. Her wiha bi wesîleya 8’ê Adarê ku roja têkoşîna jinan e, careke din em gelek kêfxweşin ku Kovan bi ewle gihişt Şengalê û malbata xwe. Ji bo hemû civak û jinan soza me ev e ku heta em jinên di destê DAIŞ’ê de mane rizgar nekin ranawestin û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe xurt bikin û bidomînin. Ez roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”

‘Em du cejna bi hevre jiyan dikin.’

Endama Meclîsa TAJÊ Neam Emer ya di pêşwaziya Kovan de amade bû wiha hestên xwe anîn ser ziman; “Bi rastî jî em gelek kêfxweş in ku îro jinek Êzîdî  ji destê DAIŞ’ê rizgar bû. Em spasî YPJ û QSD’ê dikin. Heta niha ked didin, civaka me ya Êzidî rizgar kirin û hê jî dikin. Bi rastî jî kedeke mezin e û berdêlan didin.”

Neam Emer di berdewama axaftina xwe de got ku ew bi hatina jina Êzidî Kovan du cejna bi hevre dijîn û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Roja 8’ê Adarê jî nêz bû û em amadekariya wê dikin. Bi rizgarkirin û radestkirina Jina Êzîdî ji bo me bû du cejn. Dilxweşî û kêfxweşiyeke gelek mezin e ji bo me. Em 8’ê Adarê weke cejn weke roja serkeftinê dibînin. Berê me 8’ê Adarê pîroz nedikir lê piştî naskirina fikir û felsefeya Serok Apo me 8’ê Adarê nas kir û pîroz kir. Beriya sê rojan dîsa dewleta Tirk bi balafiran êrîşî civaka me ya Êzidî kir û Êzidiyek şehîd xist. Em dewleta Tirk û hêzên ku piştgirî didin şermezar dikin. Cîhan hemû dizane çi bi serê Êzidiyan hatiye, hê jî keç û zarokên me destê DAIŞ’ê de ne. Komkujiyên li ser me ranewestiyan e, hê jî balafirên Erdogan li ser serê me ye, zarokên me dike hedef. Ez cardin 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim û serkeftinê ji hemû jinan re dixwazim.”