Koordînasyona Kongreya Star banga serbest berdana 3 jinên siyasetmendar kir

Koordînasyona Kongreya Star der barê 3 siyasetmedarên RJAK’ê yên dema ji Şengalê vedigeriyan di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin û hîna agahî jê nayê girtin dauxyaniyeke nivîskî da.

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Kongra Star girêdayî girtina sê siyasetmendarên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) ê yên bi boneya salvegera fermanê çubûn Şengalê û dema vedigeriyan di ketina Hewlêr de ji aliyê asayişa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ê ve hatin girtin daxuyaniyeke nivîskî weşand da. 
“Girtina siyasetmendaran astengkirina xebata yekîtiya netewiye” 
koordînasyonê girtina sê nûnerên PYD’ê bibîrxist û got: “Li gel van êrişan PDK hewldanên pêkanîna yekitiya Kurdan asteng dike. Beriya 3 mehan asayîşa PDK`ê nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê girtin. Piştî gelek bangewaziyan û daxuyaniyên tund, her du endamên PYD`ê serbest hatin berdan lê çaranûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen heta niha ne diyar e. Di çarçoveya hewldanên astengkirina yekitiyê û derxistina şerekî kurdî-kurdî de, PDK’ê sê siyasetmedarên RJAK`ê  Xewla Mihemed Hisên, Ciwana Ebdulheqî û Seyrana Ehmed Hesen ên tevlî bîranîna salvegera 7’an a qirkirina Êzidiyan bûn, paşê jî dema vedigeriyan cihê xwe li Hewlêrê girtin û heta niha tu agahî der barê çaranûsa her sê siyasetmedaran de nehatiye dayîn. PDK berpirsa jiyana her sê jinên siyasetmedar ên ku du ji wan dayîk in.”