Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan wê çalakiyan li darbixin

Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê ji bo daxuyaniya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariyan dike.

Navenda Nûçeyan- Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) ku 550 hezar endamên xwe hene û 40 sendîka û 20 konseyên sendîka bi ser ve ye, amadekariyê dike ku bi wesîleya salvegera duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ daxuyaniyekê bide.

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê; Di navbera 1-10’ê cotmehê de li kolanan, parlamentan, şaredariyan civînên çapemeniyê, çalakiyên çandî, konferans, panel, xwepêşandanên çandî, ekolojîk, çalakiyên siyasî û çalakiyên jinan bêne lidarxistin. Li Almanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre, Spanya, Îtalya, Ingilistan, Skoçya, Swêd, Yewnanistan, Slovenya, Kolombiya, Qibrisê ji bo kampanyayê amadekarî tên kirin.

Wê çalakî werin li darxistin

Li Ingilistanê ku kampanya dewam dike, di navbera 1-12’ê Cotmehê de wê çalakiyên berfireh wê bêne lidarxistin. Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) wê 2’yê cotmehê li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê lidar bixe. STUC wê di daxuyaniya çapameniyê de nameya ji bo Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy ku tê de qala tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd tê kirin bi raya giştî re parve bike.

Her wiha wê saziyên ji hemû parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin û têkildarî pêngavê wê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar li darbixin. Li Liverpool, Bbristol, Brighton, Sheffield, Exeter, Edinburghê jî wê bi pêşengiya Meclisên Gel ên Kurd çalakî bêne lidarxistin. Tê plan kirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê meş û tûreke bîsîkletan lidar bixe.