Li Başûrê Kurdistanê herî kêm 7 jin hatin qetilkirin
Ji destpêka meha Îlonê heta destpêka meha Cotmehê li başûrê Kurdistanê herî kêm 7 jin hatine qetilkirin, jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. Ji destpêka 2025’an heta niha 35 jin hatin kuştin.

HÊRÛ ELÎ
Navenda Nûçeyan – Kuştina jinan ne tenê kuştinek asan û sûcek takekesî ye. Di heman demê de pêkanînên cûdakarî û çandî ye jî. Zengila hişyarkirina hilweşîna nirxê mirovahiyê di nava civakê de ye. Di piraniya çandên civaka Rojhilata Navîn û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ji ber aqlê kevneperest û çanda mêrsalarî kuştina jinan bi awayên cûr be cûr didome. Sedemên zêdebûna kuştina jinan li başûrê Kurdistanê ji ber sedemên cûda yên wek serwernebûna zagonê, destwerdana nava kar û barên dadgehê, her wiha belavnekirina daneyên kuştina jinan û rênedayîna şopandina kuştinan û veşartina kuştinan derdikevin pêş.
Daneyên kuştina jinan ku ajansa me NÛJINHA ji destpêka meha Îlonê heta destpêka meha Cotmehê berhev kiriye wiha ye:
“* Di 5’ê Îlona 2025’an de li bajaroka Derbendîxan a girêdayî bajarê Silêmanî, jinek bi navê Çawan Hesen ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
* Di 6’ê Îlona 2025’an de li parêzgeha Helebce cenazeyê dayîk û keça wê bi navê C.F.S ya 54 salî û M.M.E ya 17 salî li mala wan de hat dîtin. Cihê guleyan di bedena wan de diyar bûn.
* Di 8’ê Îlona 2025’an de li bajaroka Kifrî jinek 21 salî di bûyerek şerê bi kêr de hat hedefgirtin ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
* Di 25’ê Îlona 2025’an de li bajaroka Ranyayê jinek bi navê Evîn Salih di salvegera yekem a zewaca xwe de bi awayek guman bi şewatê mir.
* Di 26’ê Îlona 2025’an de li bajarê Kerkûkê jinek 23 salî ji aliyê birayê xwe ve bi 14 guleyan hat kuştin.
* Di 27’ê Îlona 2025’an de li taxa Qirge ya bajarê Silêmanî cenazeyê jinek li mala wê hat dîtin, piştre kujer hat girtin.
* Di 7’ê Cotmeha 2025’an de li taxa Karêzewşk a bajarê Silêmanî jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.”
Di 10 mehan de herî kêm 35 jin hatine qetilkirin
Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kiriye, ji destpêka sala 2025’an heta destpêka meha Cotmehê 35 jin li başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin. 16 jin bi awayek guman mirine. Tê îdiakirin ku 3 jinan jî hewl dane xwe bikujin. Jinek jî, neçarî xwekuştinê hatiye kirin.