Kongreya Star: Li Efrînê guhartina demografiya tê kirin
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrîn li dijî kiryarên dewleta tirk û guhertina demografîk a li Efrînê çêdibe daxuyanî da.
Şehba - Guhartina demografîk li Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi rengekî eşkere û li pêşiya tevahî cîhanê tê kirin. Têkildarî mijarê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrîn li dijî kiryarên dewleta tirk û guhertina demografîk ya li Efrînê çêdibe daxuyanî da. Daxuyanî li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi tevlîbûna Endamên Kongreya Star hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star û wêneyên guhartina demografîk li Efrînê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa bajarokê Til Rifet Leyla Osman ve hate xwendin.
Di despêka daxuyniyê de Leyla da zanîn: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heya vê kêliyê em weke Rêxistina Kongreya Star a Efrînê di îstratîjiya xeta sêyemîn û parastin yekîtiya xaka Sûriyeyê de berdewam in. Parastina rawa ji bo pêkanîna projeya me ya demokratîk li hember polîtîkeyên dewleta tirk û partiya AKP'ê ku nûnertiay îslamiyeta radîkal dikin, ji mafê me ye. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên xwe herêmên bi ewle dagir dikin, armanc jî şikandina vîna projeya Rêveberiya Xweser û wekheviya gelan e. Ev proje çareseriya herî guncava ji aloziya Sûriyeyê re.
Di berdewamiya daxuyaniyê de Leyla bal kişand ser kiryarên di Efrîna dagirkirî de rû didin û wiha pêde çû: "Dewletên piştgiriyê didin dewleta tirk di Efrînê de ew bi xwe şirîkê vê dagirkeriyê ne. Kiryarên hov ên di Efrînê de diqewimin zemînekî nû di avakirina wargehan û mizgeftan li şûna gundan ava dike û şêniyên herêmê mecbûrî koletiyê dikin."
Leyla di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê kir û wiha bi dawî kir: "Em weke jinên Herêma Efrînê bêdengiya dewletên navnetewî şemezar dikin û guhartian demografîk li Efrînê tu carî napejirînin. Banga me ji bo hemû gel û civaka me heye li dijî dagikeriyê destên xwe bidin hevdu û têkoşîna xe bilind bikin."
“Em ê bibin mertal li dijî dagirkeriyê”
Berdevka komîteya Diplomasî ya Kongreya Star Sozan Mistefa kiryarên dewleta tirk û guhartian demokrafîg li Efrînê şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta tirk a dagirker li Eefrînê kiryarên dij mirovî li ser şêniyên resen dimeşîne. Di heman demê de li şûna gelê resen malbetên çeteyan bi cih dike û wargehan li şûna malên gel ava dike, ev tê wateya guhartian demografîk li herêmê. Em dewletên destekê didin dewleta tirk ji bo pêkanîna guhartina demografîk şermezar dikin. Em ê bibin mertal li hember van guhartinan û kiryaran qebûl nakin."