Kongreya Star êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi meşekê girseyî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin.

 
Şehba- Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşma "Bi israr û bawerî em ê dagirkeriyê têk bibin" bi meşekê girseyî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin. Bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Rêxistina Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Garê ji bîr nekin û "Bi rihê Garê emê dagirkeriyê têk bibin" hatibû hildan.  Her wiha di mê meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Garê", "Bê Serok jiyan nave hat berzkirin. Meş ji navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê heta gundê Maratê ya navçeyê dom kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.
"Em dev ji axa xwe bernadin"
Şîraz Hemo êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve bi awayekê hovane êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Em ê bi rihê berxwedanê hemû êrîşên dewleta tirk vala derbixînin û dev ji axa xwe bernadin. Êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê, domandina êrîş û pilanên li ser axa Kurdistanê ye. Doza ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşe her dibe armanca êrîşan. Em ê heta dawiyê li hember zaliman bisekinin û dev ji axa xwe bernadin."