Kongreya Star a Kantona Hesekê li hemberî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da
Bi armanca şermezarkirina pilanên dewleta tirk a dagirker ku li dijî sivîlan pêk tîne, Meclisa Kongreya Star a Kantona Hesekê daxuyanî da.
Hesekê- Dewleta tirk a dagirker li dijî sivîlan pilanek qirêj dide meşandin. Li Kobanê erebeyên sivîlan hedef dike, li Bakûrê Kurdistanê li Konya komkojiyek di derheqê de sivîlan pêk anî . Têkildarî pilanên qirkirinê ên li dijî sivîlan tê kirin, Meclisa Kongreya Star a Kantona Hesekê li taxa Merşo ya bajarê Hesekê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li ser dirêjahiya hezaran salan desthiltdar dixwaznin gelê kurd bi rêbazên komkujî, qedexekirina zimanê dayikê û hilandina çandê tune bikin. Li dijî vê pilanê gelê kurt herdem rabûn serhildanê da ku nirxê Kurdistanê biparêzin. Tevegera Gelê Kurd ên herî dawî bi serkêşiya Rêber Apo hate avakirin. Ev tevger nirxê tevahî gelan esas digire û li dijî berjewendiyên hêzên hegemonîk têkoşîn dike. Ev hêzên hegemonîk heta niha êrîşên dijwar pêk tînin. Êrîşên li ser Rojavayê Kurdisitanê, Başurê Kurdistanê, dagirkirina Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, vekirina gorên şehîdan li Efrînê, komkujiya derheqê sivîlan, hedefgirtina rêveberên şoreşê, hedefgirtina erebeyên sivîlan li Kobanê, komkujiya sivîlan li Konyayê yek pilan e. Peyama ku dixwazin bidin diyarkirin eger tu kurd bî û tu di kurdiyetiya xwe de israr bikê wê qetîlkirin para te be. Ger tu tirk bî û bi tikiyetiya xwe serbilind bî wê jiyan mafê te be.
Evîn di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Başurê Kurdistanê û pêşmerge kir ku li dijî pilan û siyaseta birakujiyê bisekinin û wiha bi dawî kir: "Herkes dizane ku yekrêziya kurdî dê bibe çareseriya pirskirêka Rojhilata Navîn û bingeha avakirina wekheviya gelan. Ji bo wê îro siyasetek li dijî yekrêziya kurdî pêk tê. Îro başurê Kurdistanê ne ji bo berjewendiya kurdî tê bi rêvebirin, siyaseta ku PDK'ê û mala Barzanî didin meşandin siyasetek tirkistaniye. Li ser vê bingehê em bang li gelê Başurê Kurdistanê û pêşmerge dikin ku li dijî pilan û siyaseta birakujiyê bisekinin û li hemberî wê raperîn bikin. Em weke Rêxistina Kongreya Star a Hesekê bang li Rêxisitinên Mirovî dikin ku li hember kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin û bi erkê xwe yê mirovî û wicdanî rabin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedan" bi dawî bû.