Kongreya Star a Herêma Firatê ji bo bernama salê civiya

Kongreya Star ya herêma Firatê bi amadebûna saziyên jin bi diruşma "Bi têkoşîna jina azad, em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin", dest bi civîna xwe ya salê kirin.

Kobanê - Kongreya Star a herêma Firatê bi diruşma " Bi têkoşîna jina azad, em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin", civîna xwe ya salê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido destpêkirin. Jinan bi çil û bergên xwe yê Kurdî û bi amadebûna jinên Kurd û Ereb li gel hevdû civîna xwe bi rêve dibin. Di cihê civînê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan, wêneyên jinên têkoşer û alên Kongreya Star hatin li dalqandin.  Ji bo dîwanê 4 jin hatin hilbijartin. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin ji aliyê Endama Meclîsa jin ya Edaleta civakî a herêma Firatê Felek Yusif ve hat kirin.  Paşê ji aliyê Berdevka qada civakî ya jin a herêma Firatê Madlên Şêx Xidir ve rapora salê hat xwendin. Rewşa Siyasî, rewşa Rêxistinî, rewşa jin, rewşa Koordenîsiyonê, pilansazî û projeyên salên pêş.
Civîn bi xwendina raporê didome.