Kongra Star li ser parastina destkeftiyên Şoreşa Jin komxebatek li dar xist

Bi boneya 12 emîn salvegera Şoreşa Rojava Kongra Star bi dirûşmeya “Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” komxebatek li dar xist.

Hesekê- Kongra Star a bi dirûşmeya “Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” li xwarîngeha Semerqend li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê komxebatek li dar xist. Gelek jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakurê Efrîqayê û her wiha bi riya dîmen ji Efganistan, Lubnan, Iraq, Misir, Fîlîstîn, Sûdan, Tûnis û Mexrib beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi 5 sernavên ‘Pêşketinên siyasî’, ‘Qirkirina jinan tê çi wateyê’, ‘Deskeftiyên ku şoreşa jin bidestxist’, ‘Parastina deskeftiyên şoreşa jin’ û ‘Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên şoreşê biparêzin’ hate lidarxistin.

‘Çareseriya hemû aloziyan rêxistinbûyîn e’

Beşa yekemîn a komxebatê ya bi sernavê pêşketinên siyasî ji aliyê Endama navenda Furas a lêkolînan Çinar Salih ve hate nirxandin.  Çinar Salih wiha got: “Hemû cîhan di nava aloziyek mezin de ye. Herî zêde jin ji vê aloziyê bandor dibin. Şoreşa Jin guhertinek dîrokî bi xwe re anî û di her qadê jiyanê de cih girt, bû mînak ku jin îro di qada siyasî de rolek mezin dilîze û guhertinan pêk tîne. Çareseriya hemû aloziyan rêxistinbûyîne. Divê jin li tevahî cihanê bi tekoşînek hevpar xwe birêxistin bikin da ku em bikaribin ji van aloziyan re bibin bersîv.”

Piştre nivîskar, rojnemevan û rêveberiya Edîtora Rojnemeya Ehram a Misir Esma Hisênî bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bû û derbarê di qada siyasî de rola jinan û bandora guhertinên siyasî li ser jinan nîqaş da meşandin.

‘Qirkirina jinan qirkirina civakê ye’

Beşa dûyem de ‘Wateya qirkirina jinê’ ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer hate vegotin. Emîna Omer wiha mijarê nirxand: “Zihniyeta baviksalarî dibe sedema ku jin digihe asta qetilkirinê. Ev bi xwe qirkirinek li dijî hebûna jinê ye. Hişmendiya ku li ser civakê tê ferzkirin jinan dike hedef. Civaka ku jin têde kole be ew civak kole ye. Lewma ji bo ku em rê li ber cureyên qirkirina li ser jinê biseknînin pêwistî bi guhertina hişmendiyê heye. Em civakek bi hişmendiya jina azad bidin avakirin . Ev hişmendî wê jin û civakê ji qirkirinê biparêze. Rêjeya qetilkirina jinan li tevahî cihanê 54 hezar jin in. Di sala 2022’an de nêzî 133 jin bi destê malbata xwe hatine qetilkirin û 82 jin ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin.”

Her wiha nivîskar û çalakvana Sûdanî Bijîşk Sediya Îsa bi riya Zoomê derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Sediya Îsa diyar kir ku qirkirina jinan yek ji rêbazên bingehîn ê qirkirina civakê ye û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevbeş a li dijî qirkirina jinan.

Deskeftiyên Şoreşa Jinan

Xala sêyem bi sernava ‘Bidestxistina deskeftiyên şoreşê’ ji aliyê Kordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed ve hate nirxandin. Remziye Mihemed 12’emîn salvegera Şoreşa Jin pîroz kir û got: “Deskeftiyên Şoreşa Rojava bi ked û fedekariya bi hezaran jinên tekoşer û berxwedêr hate bi destxistin. Jinan di Şoreşa Rojava de li hemberî sîstem û hişmendiya baviksalarî serî hilda û xwe birêxistin kir. Bê guman ev gav di bin sîwana fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hate avêtin. Şoreşa Rojava gelek qad sipast xwe û berfireh bû. Hemû qad jî jin tê de pêşengtî kir û heya roja îro jî ev tekoşîn û berxwedanî berdewam dike. Şoreşa Rojava ji bo tevahî jinên cihanê bû mînak.”

Paşê niqaşê derbarê mijarên ‘Çawa jin di Şoreşa Rojava de xwedî rol e û ji bo parastina civakê li dijî  terora DAIŞ’ê şer kir’ nîqaşên girîng hatin meşandin. Her wiha Seroka komela Werda Bitris a Wekhevî ya Lubnanê Marî Nasîf Dibis ku bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bû girêdayî mijarê nirxandin kir û salvegera 12’emîn a Şoreşa Jin pîroz kir.

‘Deskeftiyên Şoreşa Jin mîrateya jinên tekoşer e’

Beşa çarem ya bi sernavê ‘Parastina deskeftiyê şoreşê’ ji aliyê Berdevka Yekîneya Paratina Jin YPJ’ê Rûksen Mihemed hate nirxandin. Rûksen Mihemed mijarê wiha nirxand: “Dema em bêjin şoreşa jin divê em berxwedan û tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bînin ser ziman. Şoreşa Rojava şoreşek guhertin û veguhertinê pêk anî, şoreşek guhertina zihniyetê ye. Rêjîma Sûrî hewl da ku di navbera pêkhateyên herêmê şer bide çêkirin û tevliheviyan çeke, lê ji ber ku şoreşa guhertina zihniyetê cihê xwe girt, nikarîbûn armancên xwe pêk bînin. Bersiva wê yekîtiya gelên herêmê ye, dema êrişek li ser herêmê pêk tê hemû pêkhate dibin yek û xaka xwe diparêzin.

‘Şoreş bi pêşengtiya jina Kurd destpê kir’

Avakirina YPJ’ê yek ji deskeftiyên herî girîng yê vê şoreşê ye ku her jin ji her pêkhate di nava xwede hembêz dike û li hemberî êrîşan şerek yê berxwedaniyê dide meşandin. Sîstema Hevserokatiyê, zagonê jin di Rêveberiya Xweser de ji bo tevahî cîhanê sîstemek nû û mînak e. Şoreş bi pêşengtiya jina Kurd destpêkir û xwe sipart dîrokek xwedî tekoşînek salan e. Lewma deskeftiyên şoreşa jin mîrasa ked û tekoşîna jinên pêşeng yê di dîrokê de ne. Ji bo em bikaribin deskeftiyên xwe biparêzin, divê em xwe baş birêxistin bikin. Em bi tekoşînek hevpar kar û xebatê xwe bikin da ku em bikaribin xwe biparêzin. Jin li ku derê mafê wê were xwarin erka her jinekê ye ku xwedî li mafê xwe derkeve.”

Piştî nirxandinên Rûksen Mihemed niqaş li ser girîngiya parastina deskeftiyên şoreşê hate kirin. Rêveberiya Têkliyên Giştî Komela Jin a Alîkariyê Suad Ebid Rehman a ku bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bû nirxandinan li ser mijarê bipêş xist.

Bi têkoşîna hevpar parastina destkeftiyan

Di beşa pêncemîn a komxebatê de têkildarî mijara ‘Bi tekoşîna hevpar çawa deskeftiyên şoreşê biparêzin’ endama Komeleya Jîn a jinan Buşra Elî ya bi riya Zoomê beşdarî komxebatê bûbû nirxandin kir. Buşra Elî wiha got: “Deskeftiyên Şoreşa jin bi tekoşînek hevpar wê were parastin. Şoreşa Jin bi tekoşîna jina Kurd nav û deng bû. Şoreş şoreşek ne tenê leşkerî ye, şoreşek xwedî fikirek û rêxistinbûyînek e. Ger ev şoreş xwe li ser fikir û rêxistinek xurt ava nekiriba nekarîbû bigihîje vê astê. Lewra xwedî derketina li vê şoreşê di pêşxistina fikir û rêxistinbûyîna jinan li tevahî cihanê ye. Şoreşa Rojava ji bo her jinek hêz û çirûska azadiyê ye.”

Dê komxebat bi daxuyaniyek bidawî bibe.