Kongra Star li ser komploya 15'ê Sibatê semîner da
Kongra Star a navçeya Til Temir bi armanca şîrovekirina armancên komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, ji jinên Ereb re semînerek lidar xist.
Hesekê – Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat dikeve sala xwe ya 25'an. Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F dîl tê girtin tecrîdek girankirî ya teqez tê meşandin. Kongra Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca vegotina armancên Komploya Navnetewî ji bo jinên Ereb yên gundê Til Hefyan ê başûrî navçeyê semînerek li dar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtin Rêvebera Mala Jinê a Til Temirê Meryem Mihemed axivî.
'Xwestin bi dîlgirtina Ocalan rêka şoreşê biguherînin û têk bibin'
Meryem Mihemed wiha got: "Dewlet û hêzên komploker xwestin bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan rêka şoreşê biguherînin û têk bibin. Hemû dewlet û hegemonîk ji paradîgmaya Rêber Ocalan ditirsiyan, dizanîbûn ku pêk were wê desthilatdariya wan hilweşîne û li şûna wê pergaleke nû, wekhev û demokratîk ava bike. Ji lewra bi komployekê navneteweyî ew dîlgirtin û heya niha jî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Di fikira dewlet û hêzên ku Rêber Ocalan dîlgirtin de ku wê bikaribin dawî li şoreşa jinan bînin û dengê qêrîna wan di qirika wan de bihêlin. Em niha dibînin jin bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo gihîştine çi astê û çiqase destkeftiyên binirx û hêja bidest dixe û dike malên hemû jinên cîhanê. Şoreşa jin a ku niha li dar e, asta têkçûyîna komploya 15'ê Sibatê dide der."
‘Azadiya wî azadiya jin û civakê ye’
Meryem Mihemed da zanîn ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînek cîhanî ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Yên ku dibêjin Rêber Ocalan tenê ji bo Gelê Kurd têdikoşe ne raste, têkoşîna ku îro birêz Abdullah Ocalan dimeşîne navneteweyî ye û hemû netew û mezheban digre nava xwe. Şoreşa îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 salên xwe derbas dike, vê gotinê piştrast dike. Bê guman tecrîda ku îro li ser rêbertiya me tê meşandin hemû netewan bandor dike. Lê belê dewleta tirk rê nade ku ne parêze û ne jî malbat wî bibîne, ji lewra divê ku em weke jin her dem li qadan bin û banga azadiya wî bikin. Rêberê ku xwedî li azadiya jinê derket tenê Rêber Abdullah Ocalan bû. Dema ku rêberê me rizgar bibe, bê guman wê azadiya jin û civakê jî pêkan be. Erkê me ye weke jin di rojeke weke îro de her tim li qadan bin, dengê banga azadiya fêzîkî a rêbertiya xwe bilind bikin. Em îro deyndarê Rêber Abdullah Ocalan in."