Kongra Star li dijî qetilkirina jinan li Hesekê û Qamişlo daxuyanî da

Li Heseke û Qamişlo ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye Kongra Star li dijî kuştinên jinan daxuyanî da.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Heseke û Qamişlo ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye Kongra Star li dijî kuştinên jinan ku di vê pêvajoyê de zêde bûye daxuyanî da. Di daxuyaniyan de bal li ser girîngiya xweparastinê hat kişandin.

Li Hesekê daxuyanî li ber navneda Kongra star hate dayîn, daxuyanî ji aliyê koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xlide Botî Elî ve hate xwendin.

 ‘Qetlkirina jinan qetilkirina tekoşîna dîrokî ye’

Daxuyanî wiha ye:  “Li hemberî hemû zext , tundî û koletiya ku niha jin pê re rû bi rû ne, mirov dikare bêje ku tekoşîna ku jin dimeşîne û berxwedana ku li dijî van diyardeyan li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin, di asta herêmî û cîhanî de deng veda û ev yek ji deskeftiyên şoreşa jin e. Ji bo rê li beramberî avakirina civakek bi zanista jin were girtin, jin rastî qetilkirinê tên. Herî dawî li Hesekê jina bi navê Retha Mehmûd Silêman ku du canê bû, li Dirbêsiyê du jin yek bi amûra birine hate qetilkirin Cîhan Xelîl Bîco û Reşa Selah jî bi şewatê hate qetilkirin û di nava civakê de hate belavkirin ku xwekuştiye. Jin bi sedemên cuda tên qetilkirin. Qetilkirina jin qetilkirina jiyanê ye, qetilkirina tekoşîna wê a dîrokî û deskeftiyên wê ye. Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku bi rengekî hesas nêzî mijarên qetilkirina jinan bibin  û kesên ku ev sûnc pêk tîne bi rengekî hişk were cezakirin. Em bang li rêxistinên jinan dikin ku asta tekoşîna li hemberî zihniyeta bavksalarî bilind bikin û bi hevre em jiyana xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya”jin jiyan azadî “bi dawî bû. 

Qamişlo

Meclisa Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo bi amadebûna jinên rêxistin û tevgerên jinan li dijî qetilkirina jina daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Hisên ve hate xwendin.

‘Kuştina jinan rêbazek li hember têkoşîna jinan’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedan û tekoşîna jin li hember tundî û koletiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dengvedanek li ser asta herêmî û cîhanî da, ev encam jî ji destkeftiyên şoreşa jinê hatiye bidestxistin. Tevî  berxwedan, tekoşîn û bidestxistina destkeftiyên giranbiha, lê hîn gelek astengî , zehmetî, tirs, bêrolkirina jinê di avakirina civakê de her wiha kuştina jinan di bi navê şeref û namûsê, girêdayî wê xwekuştin ku di cewhera xwe de sûcekî veşartiye bi destê mêrê serdest  pêk tê.

‘Kuştina jin tê wateya kuştina jiyanê’

Ev bûyerên kuştina jinan ji ber sedemên cuda tên kirin ku di van rojên dawî de li bajarê Qamişlo dû jin hatin kuştin, kuştina jinê tê wateya kuştina jiyanê û kuştina berxwedan û tekoşîna wê ya dîrokî. Jin çavkaniya jiyana azad e, ji ber wê bê azadiya jinê , civak azad nabe û xweza xweşik nabe.

Em jî wekî rêxistina jin li hember sûcên kuştina jinan bê helwest namînin. Em ê xeta berxwedan û tekoşîna xwe bi felsefeya azadiya jin bilind bikin. Ji  ber vê pêwîst e hemû tevger , sazî û rêxistinên jinan doza kuştina jinan bikin armanca xwe ya yekemîn da ku rê li ber van bûyeran bê girtin ji ber ku kuştina jinê kuştina jiyanê ye. Pêwîst e em parastina jiyana xwe bikin.

Piranî kujerên jinan dadgehê dixapînin û hewil didin ku dozê li gorî xwe bi encam bikin û azad bibin. Ji ber wê daxwaza me ewe ku zagonên dadê li ser kujerên jinan pêk werin û cezayên herî giran li kujeran bê birîn. Bangawaziya me ji kesên ku di dadgehê de bi karê dadê radibin bi erkê xwe rabin û cezayên herî giran bidin kujeran.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.