Kongra Star: Hind Salah jinek çalak wêrek û têkoşer bû
Koordînasyon Kongra Star ji bo aktîvîsta Sûriyeyî Hind Salah a çû ser dilovaniya xwe sersaxî xwest û got ku “Jina çalak, wêrek, têkoşer, adil Hind Salah; tevî nexweşiya xwe ya giran jî di nava berxwedayînê de bû.”
Suweyda – Pêşenga gelê Suweydayê Hind Salah, ji ber nexweşîna xwe duh çû ser dilovaniya xwe. Koordînasyona Kongra Star da zanîn ku ji malbata Hind Salah û tevahî gelê Suweydayê re sersaxî xwest, êşa wan parve kir.
Koordînasyona Kongra Star bi bîr xist ku gelê Durzî ev salek e li hember êrîşên rasterast ên cihadîstan li berxwe dide û wiha domand: “Hind Salah jî yêk ji wan pêşengên gelê Durzî bû ku ne li hember zextên rejîma Baasê ne jî li hember zextên HTŞ’ê serî netewand. Li hember zextên li ser civaka xwe her tim di nava çalakiyan de cihê xwe girt. Di dema rejîma Baasê de ji ber ku êrîşên li ser gelên Sûrî qebûl nedikir û li dij derdiket, ji aliyê rejîma Baasê ve ji xwendina wê hat dûrxistin. Heman êrîş di dema HTŞ’ê de jî qebûl nekir û weke çalakvaneke jin derket pêş.”
‘Tevî nexweşîna xwe ya giran jî di nava berxwedayînê de bû’
Kongra Star diyar kir ku Hind Salah her tim di nava çalakiyan de cihê xwe girtiye, pêşengtî ji çalakiyan re kiriye û wiha pê de çû: “Jina çalak, wêrek, têkoşer, adil Hind Salah; tevî nexweşiya xwe ya giran jî di nava berxwedayînê de bû. Bêgûman êrîşên li ser gelê wê yên bi taybetî vê sala dawî jî, gelek bandor li ser nexweşîna wê kir. Ango ji aliyê derûnî de êrîşên li ser gelê wê li pêş çavê wê dihatin kirin, bandorê li ser giranbûyîna nexweşîna wê kir.”
‘Xurtbûna rêxistinbûna jinan di wê de hêz û kêfxweşî ava dikir’
Kongra Star destnîşan kir ku Hind Salah bi xeyaleke aşitiyê ve li dijî niheqiyê, zilmê, bê edaletiyê her tim şer kiriye û bi van gotinan behsa kesayetiya wê ya berxwedêr kir: “Yek ji xwestekên wê yên herî mezin jî ew bû ku rêxistinbûyînek jinan çêbibe da ku bikaribin li seranserî Sûriyeyê mafê jinan, gelan mîsoger bikin. Dema ku didît rêxistinbûyîna Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya jinan a xurt ava bûye, vê yekê di wê de hêzek û keyfxweşiyek ava dikir.”
‘Emê bi hevgirtina jinan ji Sûriyeyek demokratîk re pêşengtî bikin’
Kongra Star dilsoziya bi têkoşîna Hind Salah re anî ziman û wiha bidawî kir: “Em jî dibêjin ku hêvî, daxwaz û armancê me jî ew e ku em xeyalên te yên nîvco mayî temam bikin. Em jî dixwazin ku ji bo ku rêxistinbûyîna jinên Durzî, Elewî xurt çêbibe em amade ne ku hemû tecrûbeyên xwe parve bikin. Bila dilê te şad be û oxir be ji tere jina wêrek û hêja. Em jî dibêjin ku, emê bi hevgirtina jinan ji Sûriyeyek demokratîk re pêşengtî bikin. Em dîsa ji malbata Hind Salah û tevahî gelê Durzî re sersaxî dixwazin.”