Kongra Star: Ev roj temsîla ruhê berxwedan û têkoşîna jinan e

Koordînasyona Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek niviskî weşand.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek niviskî weşand.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de 8’ê Adarê li hemu jinên cîhanê pîroz kir û tevahî jinên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Kongra Star a got “Ev roj temsîla ruhê berxwedan û têkoşîna jinan e” di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em bi minet û hurmet ji bo Rêber Abdullah Ocalan ku bi talîmata xwe nîşan da ku ew hevalê rast ê jinan e, silav dikin û em hemûyan pîroz dikin. Jinên cîhanê û şehîdên azadiya jinê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.

Di dîroka Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê de yekemîn car gelan li dora dirûşma jin li dijî rejîma hov û mêtinger a dewlet û hêzên desthilatdar bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi hev re serî hildidin. "Jin, Jiyan, Azadî" veguherî sloganek cîhanî. Wî ev dirûşme kir sloganek hevpar a hemûyan ku civak azadiya xwe di azadiya jinê de dibîne. Her wiha belavkirina fikir û ramanên rêberê me nîşan dide û di heman demê de belavbûna fikrên azadiya jinê li Rojhilata Navîn û cîhanê nîşan dide.”

Berxwedana jinên Rojhilat û Îranê hat silavkirin

Kongra Star di daxuyaniya xwe de berxwedana jin û gelên Îran û Rojhilata Navîn a li dijî dewleta mêtinger a Îranê silav kir û wiha got, “Jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîn û îradeyeke mezin berxwedan û têkoşîna azadiyê gihandin asta herî jor û îro şoreşa Rojava veguherandin şoreşa jinê. Di vê rojê de bi hezaran jin li New York ji bo protestokirina şert û mercên nemirovî yên xebatê yên ku tê de dijîn protesto bikin û ev xwenîşandan pêk hat. Piştre jî wekî destpêkek ji bo jinan ji bo bidestxistina mafên zêdetir û veqetandina roja 8’ê Adarê her sal ji bo pîrozkirina destkeftiyên xwe dubare bû.

Em meşa berxwedan û têkoşînê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên ku di kargeha tekstîlê de dixebitin dişopînin ku heta roja îro didome.

Banga beşdarbûna çalakiyan

Her ku têkoşîna me jin, ji bo azadiya jinên cîhanê pêş dikeve, xeleka êrîşên pergala baviksalarî ya otorîter her ku diçe berfirehtir dibe, di serî de jî êrîşên dewleta Tirk a faşîst e ku pêşengên jin dibin hedef û hedef girtin. Di rastiya xwe de berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî rejîma serdest hemû plan û planên dagirkeriyê ji bo ronîkirina îrade û însiyatîfa şoreşê têk birin, bêguman wê têkoşîna me ya azadiya jinê bi ser bikeve, otorîter û bêexlaqî dê baviksalarî têk biçe.

Em li ser navê Koordînasyona Kongra Star soz didin ku heta serkeftinê em ê berxwedan û têkoşînê bidomînin û em bang li hemû jinan dikin ku heta serkeftina azadiyê rabin ser piyan û li qadan bin û pankarta bilind bikin. Têkoşîna di hemû qadên jiyanê de wê bibe riya rizgarî û bidawîkirina tundiya li ser jinê. Em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin.”