Kongra Star encamên kongreya xwe ya 9’emîn ji endamên xwe re radigihîne

Kongra Star di avakirina 18 saliya xwede kongreya xwe ya 9’em li darxist, niha jî kongre di derbarê biryarên xwe çawa bixin meryetê de bi endamên xwe re nîqaş dikin.

Qamişlo- Rêxistina Konga Star ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrye bi dirûşma "Bi rihê têkoşîna şoreşa jinan em ê serhildana Jin Jiyan Azadî ser bixin" kongra xwe ya 9’em di 15 Çileyê de li darxist. Kongra Star a dîroka kongreya xwe xist di salvegera 18’em ya damezrandina xwe, di vê kongreyê de biryarên giring girt. Kongra Star ji bo encamên 9’emîn kongreya xwe ragihînin û nîqaşên li ser biryarên ku girtine dê çawa bixin meryetê, îro li bajarê Qamişlo civiyan. Di civînê de endamên komînên li Qamişlo amade bûn.

‘Em dixwazin jiyanek azad înşa bikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star ya Qamişlo İbtisam El-Hassan, derbarê civînê de axivî û got: “Yek ji biryarên me ew bû ku em civînan li dar bixin û encamên konfaransê nîqaş bikin. Îro em bi jinên hemû kesîman re nîqaşên xwe berdewam dikin. Jin guh didin nêrînên hev. Nêrînên jinan û hemû civakê ji bo me giring in. Ji ber em jin li kêleka azadiyê ne. Em dixwazin bi hev re fikrê hevbeş yê jiyanê înşa bikin û ji bo wê em xebat dikin. Ji ber hemû biryar, biryara hemû pêkhate û komên civakê ne.”