Kongra Star: Em ê bi pêşengiya jinan sedsala 21’ê bikin ya azadiya jinan

Koordînasyona Kongra Star, bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha hat gotin: “Ji Rojhilata Navîn heta Rojava û hemû cîhanê em ê bi pêşengiya jinan, bi rêxistinbûn û hêza xweparastinê sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinan.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Kongra Star, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de jinên li çar aliyên cîhanê ku ji bo azadiyê têdikoşin silav kir û wiha hat gotin: “Parastina şoreşa jinan tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûna jinan.”

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:

“Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, em têkoşîna xwişkên Mîrabal di şaxsê şehîd Şervîn Serdar, Zeyneb Seroxan, Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Roşna Egîd de hemû jinên şoreşger ên ku jiyana xwe ji bo tekoşîna azadiyê ji dest dane bi bîr tînin. Her wiha em jinên li çar aliyên cîhanê ku ji bo azadiyê têdikoşin silav dikin.

‘Divê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê bê bilindkirin’

Îsal em 25’ê Mijdarê di bin siya şerên ku ji hêla feraseta mêr ê serdest ve tên meşandin pêşwazî dikin.  Weke Kongra Star û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi şîara “Li hember tundiyê û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî!” pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin û soza bilindkirina têkoşîna xwe didin. Şîdeta li  hember jinan, wek hemû cureyên şîdetê ji mêtingeriyê bigre heta dagirkeriyê, ji koletiyê bigre heta qetlîaman, ji hişmendiya baviksalarî û bindestkirina jinan çavkaniya xwe digre. Şerên dagirkeriyê çi li Mayanmarê, çi li Filistîn, li Qerebax, Afganistan an Kurdistanê be; xerakirina xwezayî, komkujî, koçberî û bi taybetî qirkirina jinan li ser gel dide ferzkirin. Şerên dagirkeriyê her dem şerên li hemberî jinan in. Li dijî vê divê têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û tundiya baviksalarî bi hev re bên meşandin û bilindkirin.

Nakokî, şer û pevçûnên ku roja me ya îro di gelek waran de bi pêş dikevin careke din nîşan didin ku tundiya li hemberî jinan ne tenê di malbat û civakê de sînordar dimîne ji hêla hişmendiya netewdewletan ve tê teşwîqkirin. Ango netewdewlet bi xwe tundiyê li hemberî jinan didin meşandin, çi li Kurdistanê, çi li Filistîn, Meksîka, Hindistan an li Afganistanê be. Bi teybetî bi dagirkeriyê re em vê yekê dibînin û dijîn. Dagirkerî bi xwe tundî ye û bi heman zihniyeta baviksalarî ya tecawizê tê kirin. Di encama dagirkeriyê de dîsa jin herî zêde rastî her cureyê şîdetê û bi taybetî şîdeta zayendî tên. Jinên li heremên dagirkirî yên li Rojava, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her roj rastî tundiya dagirkeriyê tên.

’Parastina şoreşa jinan tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûnê’

Êrîşên ji hêla pergala baviksalarî ku di asta şerê sîstematîk de tên meşandin didin xuyakirin ku dewletên serdest ên mêr ji serkeftina şoreşa jinan ditirsin. Me ev rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît ku zêdetirî 11 sal berê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî me şoreşa jinan da destpêkirin. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” tê wateya ku ji bo azadkirina jiyanê hewceyî bi pêşengiya jinên xwedî hişmendiyeke azad, rêxistinbûna xweser û hêza xweparastinê heye. Şoreşa jinan ku me li vir da destpêkirin bi taybetî di bin êrîşên dewleta faşîst a Tirk de ye. Dewleta Tirk şerekî taybet daye destpêkirin ji bo qirkirina jinên siyasetmedar û rêxistinkirî ku pêşengên gelê xwe ne ji bo û avakirina pergalek demokratîk dixebitin. Bi şerê dronan bi dehan rêhevalên me ku di parastina xaka xwe de ji aliyê leşkerî, civakî û siyasî de cihê xwe girtin hatin şehîdxistin. Hemû cureyên tundiya li ser jinan êrîşek li ser şoreşa me ye. Parastina şoreşa jinan tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûna jinan. Ji bo parastina vê şoreşê divê em têkoşînek bêhempa û radîkal bidin meşandin. Ji ber wek jin em pêşengên vê têkoşîne ne, li ser şopa şehîdan dimeşîn ku jiyana xwe ji bo azadiyê ji dest dan. Em têkoşîna xwe ji bo jiyana azad di ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan de dibînin bi îsrar berdewam dikin.

 

’Têkoşîna me ya ji bo jiyana azad pêwîstiya me hemûyan e’ 

Ev hişmendî di çar aliyên cîhanê de her zêdetir şerekî taybet e bi tundiya psîkolojîk û fizîkî li hemberî mejî û bedena jinan dimeşînin. Li hemberî wê divê tekoşîna me li seranserê cîhanê li hemberî hişmendiya baviksalarî û netew dewletê ku kiriye pergala xwe û hişmendiya zilamê serdest kûr dike were meşandin. Li ser wê esasê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di berxwedana li dijî baviksalariyê de cihê xwe bigirin û xwe li herêmê û navneteweyî bi rêxistin bikin. Divê jinek jî bê rêxistin nemîne, ji ber ku têkoşîna îro ji bo jiyana azad pêwîstiya me hemûyan e.

‘Em ê konfederalîzma jinên cîhanê ava bikin û sedsala xwe bikin serdema azadiyê’

Ji bo hilweşandina pergala baviksalarî, em ê li dijî her cure tundiya li ser jinan û zihniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” em ê konfederalîzma jinên cîhanê ava bikin û sedsala xwe bikin serdema azadiya jinan!

Ji Rojava heta Rojhilata Navîn û hemû cîhanê em ê bi pêşengiya jinan, bi rêxistinbûn û hêza xwe ya xweparastinê re sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinan.”