Kongra Star: Divê derbarê Rêber Apo de agahiyek bê dayîn

Rêxistina Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî erdheja ku li Gemlîkê çêbûye gumanên xwe anîn ziman û gotin divê demildest derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahiyek bê dayîn.

Qamişlo – Li gorî Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afatê li Kendava Gemlîkê ya Derya Marmarayê bi mezinahiya 5.1 pileyî erdhejek pêk hatiye. Hate ragihandin ku erdhej li peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê bi 9 kîlometreyî li binê erdê pêk hatiye. Têkildarî mijarê Rêxistina Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî erdheja ku pêk hatiye fikarên xwe anîn ziman.

Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha ye:

“Ev nêzî 3 sala ne ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, dewleta Tirk ne rê dide parêzeran û ne jî malbata wî ku hevdîtinê pê re bikin. Her çendî serlêdan çêbûne lê dewleta Tirk di hişmendiya xwe ya kirêt de bi îsrare. Em dizanin ku ev kiryarên  li Îmraliyê dibin li dijî hemû  qanûnên navnetewî ne û li ser tu girtiyên siyasî pêk nehatine. Ji ber vê em bang li yekîtiya Ewrupa dikin  ku zextê li dewleta Tirk bike da ku dev ji van kiryaran berde û bi lez hevdîtinek bi Rêbertiya me re were kirin.

Em gumanên pir mezin jiyan dikin nexasim ku  erdheja ji 5.1 di seatên sibê de li Marmareyê qewimî ye. Çavên me û tevahî gelê kurd û dostên me li Îmraliyê ye, pêwîste demildest dewleta Tirk rewşa Rêber Apo eşkere bike û tavilê  hevdîtinek pê re were çêkirin. Di dawî de banga me ji hemû jinan  û ji tevahî gelê me yê berxwedêr re ku dakevin qadan heta ku rewşa Rêbertiya me eşkere bibe.”