Kongra Star: Dê jin hesab bipirsin

Meclisa Kongra Star, jinên têkoşêr Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan) û Azadî Dêrik Ehmed (Emîne Seyîd) ku 11’ê Sibatê di êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî û hat gotin ku dê jin ji Erdoganê faşîst hesab bixwazin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Kongra Star, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa hewayî ya di roja 11’ê Sibata 2024’an de dewleta Tirk a li dijî avahiya Federasyona Gaziyên Şer a li Qamişloyê ya Bkaur û rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de fermandara YPJ’ê ya gazî Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan) û şervana YPJ’ê gazî Azadî Dêrik (Emîne Seyid Ehmed) jiyana xwe ji dest dabûn, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Erdoganê faşîst ji gelê Kurd û şervanên azadiyê yên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan şer kirin û dîrokê ji nû ve bi tîpên zêrîn nivîsandin tolê digre. Bi êrîşên xwe weke serokê çeteyên DAIŞ'ê tevdigere û wan bi rêxistin dike."

‘Hevala me Sorxwîn bû nûnera gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fermandar Sorxwîn û Azadî ji bo parastina gel û xaka xwe li dijî DAIŞ'ê şer kirine û parçeyekî ji canê xwe da û wiha hat domandin: "Hevala Sorxwîn û Azadî yên ku bûne navê berxwedan û pêşengiya jinên ku nûnertiya yekitiya neteweyî û ruhê berxwedanê kirin, wê her dem di dilê me de bijîn; ji ber ku di kesayeta hevala Sorxwîn de, çanda berxwedan û welatparêziya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hat domdarkirin. Nûnera serhildana ’Jin Jiyan Azadî’ bû, jineke ji dilê berxwedana Makoyê û Simkoyê Şikakî hatibû, bi xwe re çandeke nû ava kir. Hevala me Sorxwîn bû nûnera gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, bû hevriya Jîna Emînî û Şirîn Elemhûliyan.

‘Her dem bi gel û hevalên xwe re bûn û bûbûn şopdarên heqîqetê’

Hevala Azadî ku di nav malbateke welatparêz de mezin bû bi çanda berxwedanê mezin bû, bi hevala xwe Sorxwîn re heta birîndar bûn jî her dem bi awayekî bê dudilî û wêrek bibûn moral û coşa jiyanê. Her dem bi gel û hevalên xwe re bûn û bibûn şopdarên heqîqetê."

‘Em ê wek jin ji Erdoganê faşîst hesab bixwazin’

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan Sorxwîn û Azadî re hat xwestin û bêdengiya hêzên garantor hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em ê ji Erdoganê faşîst hesab bixwazin. Bi felsefeya ’Jin Jiyan Azadî’ em ê weke rêxistin li meydanan bin. Serkeftin wê teqez a gelê me be. Yê ku biçe dijminê mirovahiyê Erdogan û hevkarên wî ne."