Kongra Star bi navê Seda û Hind dewreyeke perwerdeyê vekir

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star, li Herêma Cizîrê dewreya perwerdê bi navê Seda û Hind vekir. Rêveber û Endamên komîteyê dan zanîn ku armanca wan ji perwerdeyê ew e ku bikaribin ji pirsgirêkên jin û civakê re bibin rê û rêbazên çareseriyê.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Perwerde zanîna dîrok û nasnameya xwe ye. Di nava Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava de, li kêleka şerê heyî xebatên rêxistinbûyîn, ji nû ve xwe avakirin û perwerdekirina civakê, didomin. Li hemberî êrîşên heyî jin bi rêya xebatên cur be cur xwe birêxistin dikin. Her wiha hewl didin ku ji derdên civakê re derman bibînin. Bi pêşengiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star li Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser asta Herêma Cizîrê dewreyeke perwerdeyê hatiye vekirin. Endam û Rêveberên komîteyên perwerdeyê yên navçe, bajarok, bajar û Kantonên Hesekê û Qamişloyê tevli dewreyê bûn. Ji bo bîranîna Şehîd Seda El-Hermas û Hind El-Xidêr dewre bi navê wan hatiye vekirin.
Hevseroka Meclisa Til Şayir a girêdayî navçeya Şedadê li Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehîd Seda Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ve, di 23'ê Çileyê de hatin qetilkirin. Têkildarî vê mijarê Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star li Kantona Hesekê Reca Ehmed û endamên ku tevli dewreyê bûne ji me re axivîn. 
Armanc dîtina mekanîzmeya çareseriyê ye
Reca di destpêka axaftina xwe de armanca dewreya perwerdeyê wiha anî ziman: "Bi armanca bîranîna Şehîd Seda û Hind me dewreyeke perwerdeyê bi qasî 10 rojan dewam bike, vekir. Endamên komîteya perwerdeyê ji pêkhateyên Kurd û Ereb in her wiha perwerde bi zimanê Erebî tê dan. Perwerde bi naskirina hevdu, naskirina herêm û adet û kevneşopiyên herêma xwe hat destpêkirin. Her wiha em pirsgirêkên perwerdeyê di jiyana civakî de, çawaniya dîtina rê û rêbazên çareseriyê û sîstema desthilatdar nîqaş dikin. Em hewl didin ku di perwerdeyê de bigihîjin wê rastiyê em çawa ji perwerdeyên xwe encam bigrin. Di heman wextê de endamên dewreyê jî aktîv in û nîqaşên pir dewlemend tên kirin. Armanca me ji vê dewrê ew e ku em bikaribin makanîzmeya çareseriya pirsgirêkên ku komîteyên perwerde û civakê, bibînin."
Têgihîştina dîtina rastiyan 
Yasmîn Hemdo yek ji koçberên Serêkaniyê ye û niha di Kampa Serêkaniyê de, wekî Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star erk girtiye. Yasmîn behsa pirsgirêkên ku jin rastî wan tên kir û wiha pêde çû: "Li kêleka adetên civakî, di nava şerê heyî de yên herî zêde zehmetiyan dikşînin jin in. Ji ber wê dema em li kampê digerin, em gelek jinan dibînin ku bi nexweşiyên psîkolojîk re rû bi rû mane. Wekî nederketin, kombûyîn û danûstendinên pir kêm in. Ji lewre piştî avakirina Komîteya Perwerdeyê û dayina dersan, êdî guhertinek çêbû. Gelek jin xwestekên wan ên perwerdeyê çêbûn. Jinên ku di rewşên pir zor re debas bûn, têgihîştin wê rastiya dagirkeriyê û li hemberî wê jî berxwedana pêwîst dike, dikin."
“Em ê li rastiya hatiye veşartin bigerin”
Nûr Ehmed ji navçeya Holê ye, 6 meh in di Komîteya Perwerdeyê de cih digre û niha tevli dewreya Şehîd Seda û Hind bûye. Nûr herêma ku dijî, di aliyên pirsgirêkên ku bi civakê re rû bi rû dimînin re da nasîn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber ku herêma me, ne ji zû de ye ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, ji lewre heya niha radyolojiya DAIŞ'ê li ser jin û mêran bandorê dike. Dema em dixwazin ku semîner an jî civînekê li dar bixin, gelek jin hene dixwazin tevli bibin lê ji ber mêr nikarin. Heya niha hişmendiya mêr xwe li ser civakê ferz dike, nahêle ku jin li azadiya xwe bigere û bikeve pey heqîqeta ku hatiye veşartin. Em hewl didin ku rê li ber zewaca temenê biçûk û pirjiniyê bigrin lê alîkarî li wê herêmê ji aliyê malbatan ve tune ye. Em jî bi dayîna perwerdeyan hewl didin civakeke têgihîştî ava bikin. Li hemberî hemû zehmetiyan jî em gavan paşve navêjin. Em şopdarên Şehîd Seda û Hind in."