Stratejî û armanca Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - 1
Berdevka Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Bêrîvan Yûnis destnîşan kir ku Kongra Star bûye mîrata têkoşînê û bingeha avakirina şoreşa jinê, bi dehan rêxistin û yekîtiyên jinan jî li ser vê mîrateyê hatine avakirin.
'Kongra Star li ser mîrateya têkoşîna jinan ava bû'
SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê – Kongra Star di demezrandina bingehên şoreşa jinê de rolek girîng û aktîv lîst. Piştre ev tecrûbe di nava jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bû û di têkoşîna femînîst a ku tê mêtîngehkirin de di rêza herî pêşîn de cîh girt. Tecrûbeya Kongra Star, ji jinan re bû platformek ku jin bikaribin di hemû warên jiyanî de têbikoşin. Kongra Star di dema aloziya Sûriyê de şoreşa jinê li ser mîrateya têkoşerên jin ên Kurd da destpêkirin.
'Rojava bi pêşengtiya jinê xwe bi rêxisitin kir'
Berdevka Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Bêrîvan Yûnis derbarê xebat û armanca Kongra Star de ji ajansa me re axivî. Bêrîvan Yûnis qala bingeha şoreşa jinê kir û wiha got: "Bi destpêkirina tevgera gelêrî ya li Sûriyê ku ji bajarê Deraa destpê kiriye, li hemû deverên Rojava bi lez belav bû. Rojava bi serkêşiya jinan xwe bi rêxistin kir. Her wiha beşdarî hemû warên jiyanî yên ku di dema desthiladariya Baasê de jê hatibûn dûrxistin, bûn. Feraseta bavsalarî her rol û misyonên jinê tune kiribûn. Tenê mafê wê bi warê perwerdehî û mezinkirina zarokan sînordar kiribû. Bi saya vê şoreşê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe di warê jiyanî, civakî, siyasî, leşkerî û çandî de nîşan da."
'Kongra Star bû mîrateya avakirina şoreşa jinê'
Kongra Star 6 sal beriya ku şoreşa gel li Sûriyê destpê bike, bi navê "Yekîtiya Star" di 20'ê kanûna 2005'an de hat avakirin. Ew bû mîrateya şoreşa jinê. Bêrîvan Yûnis diyar kir ku ew bi vê mîrateyê serbilindin û wiha pê de çû: "Em bi avakirina rêxistina jinê ku bi navê Kongra Star tê nasîn, gelek serbilind in. Ev bû 20 sal ku têkoşîn û xebata xwe ji bo azadiya jin û civakê dimeşîne. Kongra Star bû bingehek ji jinan re ku bikaribin di aloziya Sûriyê de li dijî hemû siyasetên qirkirinê têbikoşin. Ji bo ku jin destkeftiyên xwe biparêzin, jinan bi avakirina parastina xwe ya cewherî û Hêzên Asayîşa Jinê, xwe birêxistin kirin. Di heman demê de Meclîsa Edaleta Jinê jî ava kirin û zagonên ku parastina mafên jinan dikin, derxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî rolek mezin lîstin. Li kêleka wê, akademiyên îdeolojîk ên jinan hatin vekirin û hejmara wan gihîşt 20'an. Bi rêya van akademiyan jinan xwe zane kirin û bipêş xistin. Pergala Hevseroktiyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirin. Bingeha vê pergalê jî ji komînan destpê dike."
'Jinên herêmên rizgarkirî beşdarî şoreşa jinê bûn'
Bêrîvan Yûnis destnîşan kir ku têkoşîna jinan tenê di herêmên Rojava de sînordar nema û wiha got: "Piştî ku herêmên Minbic, Reqa û Tebqa ji terorîstên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, jinên wan herêman jî cîhê xwe di tecrûbeya me de dîtin û xwe birêxistin kirin. Tevlî têkoşîna jinan bûn. Kombûna Jinan a Zenûbiya niha li herêmên rizgarkirî nimûneya Kongra Star e. Jin cihên xwe di Rêveberiya Xweser de bi qasî ji sedî 50 digre û rolek çalak di nav qadên jiyanî de dilîze. Ew bûye pêşenga civakê û vê pêvajoyê birêve dibe."
'Beşdariyên jinan di hemû waran de pêk hat'
Bêrîvan Yûnis diyar kir ku piştî jinan cîh di qadên civakî û rêveberî de girtine, di qadên siyasî û aborî de jî girtine û axaftina xwe wiha domand: "Eger di asta aborî û siyasî de têkoşîn neyê kirin, di asta civakî de jî dê têr neke. Ji ber vê yekê weke Kongra Star gelek komîteyên ku rola jinan bipêş bixin ava kirin, da ku jin bêhtir tevlî xebatê bibin û xwedî rol bin. Kongra Star ji bo hemû jinên herêmê bûye fersendek. Bi saya vê tekoşînê jinên ji hemû pêkhate û mezheban karîbûn rêxistinên xwe ava bikin. Mînak; Yekîtiya Jinên Suryan û Ermenî, Meclîsa Jinên Êzîdî, Meclîsa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin siya wê de hemû saziyên herêmê tev digerin, her wiha Meclîsa Jinên Sûriyê ku hemû jinên Sûriyê di nav xwe de dihewîne."
Li gorî ku Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re eşkere kiriye, zêdetirî 50 sazî, rêxistin, tevger, yekîtî û ofîsên jinan di bin sîwana wê de dixebitin. Ew jî saziyên civakî, siyasî, aborî, dadwerî, yasayî û olî ne.
‘Bûn pêşengên şoreşê'
Bêrîvan Yûnis eşkere kir ku di hemû şoreşan de û tevî beşdariya jinan a li van şoreşan, her tim jin bûne qurbanî. Bêrîvan destnîşan kir ku ji ber destkeftiyên ku bi dest xistine nehatine parastin û wiha pê de çû: “Lê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev rastî veguherandin. Li şûna ku bibe qurbanî, bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê û Yekîneyên Parsastina Gel, hebûn û destkeftiyên xwe parast. Ji bo bihêzkirina rola wê, ji aliyê yasayî û hiqûqî ve zagonên misogerkirina vêya hatin derxistin. Destpêkê bi navê 'Prensîbên jinan' ava bû, lê bi xebat û têkoşînê re me formula wê guherand û ev bû 'Zagona Malbatê'. Di vê zagonê de em mafên zarok û jinan misoger dikin. Ji ber malbata ku tê de mafên jinan hatibe parastin, dibe bingeha avakirina civakek wekhev. Her wiha em dikarin dawî li feraseta bavsalarî bînin."
'Peymanek mafên jinan misoger dike bê çêkirin'
Bêrîvan Yûnis ragihand ku li kêleka van zagonan, xebata ji bo ku di peymana civakî de mafên jinan bi awayekî adil bi mêran re bê misogerkirin, hatiye meşandin û wiha got: “Niha jî em hewl didin peymanek civakî ya jinan çêkin ku tê de mafên jinên herêmê misoger dike da ku bikaribin beşdarî destûra nû ya Sûriyê bibin. Ev yek wê bibe misogeriya siberoja jinan û hebûna wê li Sûriyê bê misogerkirin, piştî dayîna berdêlên herî buha di nava salên şer û pevçûnan de."
'Em ê tecrûbeyên xwe bi hemû jinan re parve bikin'
Bêrîvan Yûnis di dawiya gotinên xwe de got ku Sûriye xwedî şaristanî ye û dîrokek wê ya tijî têkoşîn heye. Bêrîvan wiha got: “Zenûbiya li dijî zilm û bindestiyê têkoşiya û berxwedanek dîrokî nivîsand. Em mîrateya xwe ji têkoşîna jinên berxwedêr ên di dîrokê de, digirin. Li ser vê bingehê me dest bi şoreşa xwe kir û em ê heya ku desthiladariyê têk dibin bidomînin. Têkiliyên me bi hemû jinên Sûriyê re hene, ji bo em bi hevdu re têkoşîna xwe xurtir bikin. Em her amade ne ku tecrûbeya jinên Rojava bi hemû jinan re parve bikin. Ji bo ku em bikaribin bi yek raman û destê projeya xwe ya azad ji bo jinên Sûriyê û têkoşîna wan a di destûra nû ya Sûriyê de misoger bikin."