Kongra Star: Şehîd Menîce Heyder di avakirina tevgera jinê de rolek girîng leyîst
Kongra Star êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser nobedarên li bendava Tişrînê bi tundî şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Menîce Heyder.
Navenda Nûçeyan – Kongra Star têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên duh li ser nobedarên li bendava Tişrînê çêbûn, endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di nav de 4 sivîl hatin qetilkirin û 15 jî birîndar bûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Kongra Star bal kişand ser têkoşîna Menîca Heder û wiha got: “Ji destpêka şoreşa Rojava ve tevlî nava têkoşînê bû, di avakirina tevgera jinê de xwedî roleke girîng bû. Şehîd Menîce Heyder bi vîneke mezin ji bo azadiya hemû jinan, li ser bingeha felsefeya ‘Jin, Jiyan, azadî’ têkoşiya.”
Banga li civaka navnetewî
Kongra Star di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe bi cîh bîne û vê destdirêjiya eşkere ya dewleta Tirk rawestîne. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku bi lezgîn tevbigerin, van binpêkirinan rawestînin û sivîlan biparêzin.