Kongra Star: Êrişên hêzên Şamê rê li ber vejandina DAIŞ’ê vedike

Kongra Star der barê komkujiya hêzên Şamê de daxuyanî da û diyar kir ku êrişên hikumeta Şamê yên li ser herêmê rê li ber êriş, xurtkirin û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike û banga xwedîderketina li QSD, YPG, YPJ’ê û Hêzên Ewlehiyê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên hikumeta Şamê û koma "Dîfa El Wetenî" 3 roj in êrişî gundewarên rojhilatê Dêrazorê dikin. Duh sibehê li gundên Dehla û Cedîdet Begara komkujiyek pêk anîn. Di encamê de piranî jin û zarok, 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Meclisa Kongra Star têkildarî komkujiyê û êrişên hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê “Dîfa El Wetenî” par jî bi armanca têkbirina aramiya Dêrazorê êriş kiribûn lê bi saya hevgirtina gel û piştgiriya wan a bi QSD’ê re êriş hat têkbirin û wiha hat gotin: “Êrişên hikumeta Şamê yên li ser herêmê rê li ber êriş, xurtkirin û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Dêrazorê bi tundî hat şermezarkirin, ji malbatên şehîdên komkujiyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hat xwestin.

Bang li civaka navneteweyî hat kirin

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî, civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî vê komkujiyê xwedî helwest bin û hesab ji berpirsyarên wê bipirsin.

Her wiha bang li jin û ciwanan hat kirin ku li dijî van komkujî û ferzkirinên çetewarî yên ku aramiya heremê xirab dikin, gefê li azadiya jinan, pirrengî û demokrasiyê dikin, bê deng nemînin û bibin xwedî helwest.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve dê li hemberî vê êrişê bêdeng nemîne. Êriş dê vîna vî gelî neşikîne. Berevaja wê dê helwest û bertekên wan xurtir û zêdetir bike."

Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li QSD, YPG, YPJ’ê û Hêzên Ewlehiyê hat kirin û wiha hat gotin: "Bi tundî helwest nîşanî van êrişên hovane û çetewarî yên hikumeta Şamê bidin."

Di daxuyaniyê de ev bang li hikumeta Şamê jî hat kirin: “Dev ji van helwestên xwe yên çetewarî û hevkariya xwe ya bi hikumeta AKP’ê re berde; ji ber ku dewleta Tirk tu carî aramiya heremê nexwestiye û ji bo xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne, aramiya heremê xistiye xeterê.”