Kongereya Star a Kobanê beşdarî serferberiyê bû

Kongereya Star a Kobanê beşdarbûna xwe ya seferberiya ji bo êrîşên li ser xakên Başûrê Kurdistanê ragihand.

Kobanê - Kongreya Star a Kobanê bi riya daxuyaniya çapemeniyê beşdarbûna xwe ji bo hamleya seferberiyê ya ciwanan li hemberî êrîşên ser axa Başurê Kurdistanê dane despêkirin nîşan da. 
Daxuyaniya ku li navenda Kongreya Star a herêma Firatê hat dayîn, ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Macîde Hesûn ve hat xwendin wiha bû: "Seferberiya ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, em jî weke Kongreya Star a Kantona Kobanê beşdar dibin. Êrîşên li ser axa Kurdistanê, êrîşên li ser azadî û ewlehiya me ne. Ji ber vê em axa Başûr û şervanan bi tenê nahêlin. Kesên li axa Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin ew in ên ku li hemberî zilmê, dagirkerî û faşîzmê serî hildane. Ew zarok rûmeta me ne, ji ber vê em ê heta dawiyê jî xwedî li wan derkevin da ku em vê komploya navneteweyî ku di serî de Emerîka û tevahî dewletên Ewropayê, bi faşîzma Erdogan û Baxçelî dest pê kirine û rê li ber dagirkeriyê vekirine, têk bibin. Em van êrîşan şermezar dikin û dibêjin ku tu hêz nikare vîna me bişkîne. Em ê heta nefesa xwe ya dawî li gel şervanên xwe bin. Em bang li hemû jinan dikin, di serî de jinên ciwan divê ku mil bi mil beşdarî serferberiya axa Başurê Kurdistanê bibin."
"Em xwedî li zarokên xwe derkevin û biherikin qadan"
Endama Kongreya Star Edla Bekî tevli daxuyaniyê bû piştgiriya xwe ya bi şervanên Tevgera Azadiyê re anî ziman û wiha got: "Dewleta tirk bi balafir, top û tangan êrîşî şervanên azadiyê dike. Tirkiye bi van êrîşan nikare vîna me bişkîne. Şervanên Tevgera Azadiyê bingeha têkoşîn û berxwedana me ne, ew ji bo me canê xwe feda dikin û li dijî faşîzma dewleta tirk şer dikin. Banga me ew e ku divê her kes xwedî li çiyayên azad derkeve, em biherikin qadan û hebûna xwe biparêzin.”